le řoma kewte ber çawim kesêkî ha’îm û ḧeyran

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 2 minutes  2351 views
le řoma kewte ber çawim kesêkî ha’îm û ḧeyran
be hey’et têy geyîm kurde be şêwey ehlî kurdistan
ke çûme xidmetî pirsîm: birader xełkî kam cêgay?
le kam la hatûyî? girya, gutî: baban! gutim: baban?
diłim dawe, gutim: bawke hemûman bêkesîn lêre
çi qewmawe, gelê ḧeyfe, megryê herwekû baran
gutî bo ẍurbet û řûtî nîye efẍan û hawarim
le daxî ḧakmî xome, le şan û şewketî turkan
gelêkim bîstuwe pestî û biłindîy dewłetan, emma
cîhan neydîwe pestî wa mîsalî ḧałî kurdistan
le weqtî xoy hemû şa bûn, serapa bêxem û şa bûn
le cûda ḧatemî tayî, le şeřda řostemî meydan
le pêşa xakî me laney piłing û şêrî aza bû
emêsta mar û mêrû, gurg û řêwî lêy deken seyran
le kwê ma ne’retey teqłe û cilît û řimb û řimbazî!
le kwê ma dengî zuřna û dehoł û şayî û seyran!
le hařey şeşpeř û neřřey swar û berqî şeşxane
le teqqey nał û şeqqey sim, le řeqqey topiz û qełẍan
dehate cunbuş û lerzîn le mahî bigre ta mahî
le seḧra çende weḧşî bûn le tirsan çûne ser kêwan
le řîzî zebir û zengî wan kesêkî tir nebû hergîz
be şîr û ḧîşmetî kurde ke mawe dewłetî êran
sera û eywanyan êsta kelawey kundebû û cuẍde
eger meydan û dîwane serapa bûyte cêy doman
le paşî ew hemû giryan û nałe û zarîye pêm gut:
’ezîzim ẍem mexo hênde, le sayey řeḧmetî řeḧman
emîrêk mawe paşaye. gutî: kêye? gutim: şêre
gutî: lêre? gutim: lêre, heta taran û hîndistan
be xoy şêre wekû nawî, le şeřda dujmin’endaze
temayan her be ew mawe cemî’î xakî kurdistan
heçî cêgey umêdmane û ewî dił xoş deka emřo
kesî dî lew beder nabête xemxorî gelî kurdan