ta salîkî mesalîkî mułkî qena’etî

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  786 views
ta salîkî mesalîkî mułkî qena’etî
bakit nebê le řêgir û ehlî şeqawetî
sofî ’îbadetî hemû bo mekir û řîweye
ger şêrî neř be gwê bigrê, peşme ta’etî
îxlase esłî meqsed û xořa şeqî debê
wa tê dega be sermequlate se’adetî
bê me’rîfet mebe le terîqî ḧeqîqeta
sermenzîlî şerî’ete cêgey selametî
nagen be ḧîz û řêgrî ême le mułkî řom
’ellameyî wîlayet û şêxî wîlayetî
mefhûmî dû ḧedîsî seḧîḧim le beyteka
cê kirdewe; nezer bike kurdî û fesaḧetî
dunya segî le oẍłeme toqîwe talîbî
neymawe herwekû segî pê sûtû řaḧetî
sed qubbeyî xewerneq û seddî sikenderî
nagate beytekawlî nalî û metanetî
saqî kerîme badeyî bezmî (elest)eye
ḧacîPen name le camî qelbî şikawe şikayetî