êmeş demrîn debîne xakî sereřê

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  1338 views
êmeş demrîn debîne xakî sereřê
em řoj û şewe tenûrî subḧî degřê
desga û dukanî şarekan dadenrê
emyan defroşêt û ewî tir dekřê
em mirduwe bawkî yexeyî dadedřê
ew bûkî nwêy heye keway bo debřê
bê biste felek aşekî way nawetewe
bo hařdinî ême çi ’ecayb degeřê!
ladêyş řezî aw dedat û werdî debřê
ḧeywane dezê, seg deweřê, ker dezeřê
luqman leme da şwane eger xoy bikujê
gawane filatûn le ẍema ger bidřê
em deste ke çû desteyekî tazeye dê
me’lûm nebû em keşmekeşe key debřê
’alem hemû mirdin le xemî zanînî
em ḧîkmeteyan nezanî, hîç lêy megeřê
lem lawe heta ḧacîPen name neçête ew la
mumkîn nîye tê biga lewe, ger bifřê!