le nezaket kemerî wek xetî ehlî ḧîkeme

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  804 views
le nezaket kemerî wek xetî ehlî ḧîkeme
le nebûnda dehenî bê qise ’eynî ’edeme
çîn yekêke keçî zulfî keçî ’acze, bo?
diłî sewdayî xetay kirduwe boye nedeme
maçî ew xunçedeme bê ḧeqî can muhrî deme
salîkî řahî ’edem, bê demî neqşî qedeme
ger řeza bê çîye bo maçî demî canî ’ezîz
tecrubem kirduwe ’îşret be deme nek be deme