le dewrî xałekey kułmî ke marî zulfî danawe

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  2572 views
le dewrî xałekey kułmî ke marî zulfî danawe
le ser teswîrekey adem melek sed ’uzrî hênawe
şewî mî’racî subḧane be qeddî serwî toy zanî
le sîdre cubře’îl boyê le nîwey řêge laydawe
ke şeytan taqî mîḧrabî biroy toy dî witî: ya řeb
le sucdey ḧezretî adem serî xom bo çî badawe!
bełam ey wîşkeşêxanî zemane pêm biłên axir
leber çî perçemî saqî le subḧî cebhe torawe
beẍeyrez basî ew zare muhîmme derkî ew zare
ewî bîstûme bîstûme, ewî dîtûme damnawe
çi seyyadêkî seyyadî ke bo seyyadî ustadî
çi hestî kirduwe hesta çi bazî best û westawe
were řeb’î dił û çawim beheştî řub’î meskune
heta dił ḧez deka baxe heta çaw biř deka awe
nîhayet bimkujin wełła le maçî lêwî xoş nabim
ewî xwa ḧez neka nabê, ewî qewmawe qewmawe
le ḧeqqî meqdemî ḧacîPen name quřî kwê kem be ser xoma
diłêkim bû le dinyada ewîş beynêke torawe