be řux û zulfî şew û řojî heta řoj û şewe

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  715 views
be řux û zulfî şew û řojî heta řoj û şewe
girpeyî dem be demim dujminî xwênînî xewe
fîtneyî ẍemze û nazî nîgeh û çawe ke wa
hat û hawar û hera û gêçeł û tałan û řewe
dił le fîkirî dehenit halîkî řêgey ’edeme
ya muqîmî serî zulfî to we ya řahřewe
legeł em ahuwe dê em segî řîş kon û nwê
dête sû, dêtewe swê, řêşê ke konecdewe
le behay mujdeyî wesłî qedemî çit bidemê
dił enîsî serî koy dulbere canîş girewe