xem mexo bo nan û xwanit xełqî hêşta nustuwe

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  1068 views
xem mexo bo nan û xwanit xełqî hêşta nustuwe
załekey dinya tenûrî meşrîqî daxsituwe
bêxewîm dayê nexoşîm lê kiřî çawî, keçî
wek min û bextî syahim her nexoş û nustuwe
lêt deşêwê her ke zulfeynî peşêwî labda
mahtabî serkele ya řojekey ser bistuwe
diłberim bermamkî dabû le ber êşî didan
wa dezanin řûmetîm emşew le xewda gestuwe
taqet û sebirim eger řûyîn tenî efrasyab
řostemî hîcrî le erzî dawe destî bestuwe
ey seba yarim eger pirsî le ḧałim pêy biłê:
mabû ta ew weqte hatim wadezanim mirduwe
xem mexo qurban le bo qurbanî ’îdî wesłî to
muddeyêke bew umêde ḧacîPen name xoy dabestuwe!!