ew felek řîf’ete her leḧze nîqabêkî heye

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  672 views
ew felek řîf’ete her leḧze nîqabêkî heye
kê dezanê wekû min xanexerabêkî heye
řaste dił xeste û bêçare wekû nergisî to
nergisî mestî eto bes nîye xwabêkî heye
şem’î min serzenşî qet meke perwane eger
êste xamoşe, şew elbette cewabêkî heye
şê’rekanim ke ẍerîbî weten û newseferin
were bîxwênewe em nuqte sewabêkî heye
qedrî ḧacîPen name bigirin meqsedî her dîdenîye
werne herçî bigrî nanek û abêkî heye!