ẍezay gułcařî awêsta

From the Book:
Afat
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 5 minutes  1676 views
awêzanî jînejanim be, awêzan
awêzanî çiraxanî xemim!
to be xemî yaqûtînî minewe cwanî û
minîş be řiştey mirwarîy gunahe sipîyekanî toweye
edrewşêmewe.
awêzanim be û wextî surusat beserçû.
wextî bawêşkidanî mêjû,
wextî nûsînî řastî,
wextî gemey peyamberan, guzeştin, guzeşt!
ba firyay dwa wêrdî gułegenim û
dwa peyamî berd û, dwa nizay
firîşte tawanbarekan bikewîn.
firyay ahunałey şeytane beszimanekan.
wextî hêwrî û çaw biřîne çawî
mange gelḧokan beserçû.
lem bendere samdareda, ewînî zeřneqûtey ême
çon bał bigrê?! biřwane le řojhełatî sertewe
çi afatêkî çiř beřêweye.
afatî eşkewtî zawzêker be tarîkî û řiqewe.
awêzanim be. merg ełê: direnge
’edem ełê direnge, beheşt û dozex ełên direnge.
fenabûn yek sate û hemû sat.
ey kiçî mergesat!
ey jinî befrî řeş, ey kiçî wiłatî
ta’ûn û karesat!
awêzanim be, têkełim be
to gerdelûl û min pêdeşt têkełim be
to diłnyayî û minîş tirs, têkełim be
le kełemustî pêmewe ta tewqî ser têkełim be.
mû be mû, demar be demar, têkełim be.
ba aw û agir, xem û xoşî, tawan û siza
řeş û sipî, werîn û pişkûtin, ḧîle û gime
têkeł bin û be řengî xoyan řengiman ken!
ba em ewîne nefret lê kirawe.
em dû ceste qedeẍeye
yek xaçî dem be zerdexene
dway xoyan cê bêłn!
eweta (ba)yekî morî řiqawîy girinicgirnic, zibir,
wekû ew ẍezebey le kenarî memleketî
ateşênî «parsNamed-Entity»ewe zû, hełîkird û,
legeł xoyda,
deẍłî maç û agirdan û řûnakî bird.
legeł xoyda,
lankey guł û berdenwêjî muẍekan û
kiławekey «zerdeştNamed-Entity»y bird.
«em beyanîye» «ba»yekî alew çeşne
«ba»yekî řîşnî diřkawî, «ba»yekî êskigranî
dengigřî dozexîm bînî
em«ba»ye hatuwe, paşeřoj bifřênê.
wa hatuwe dirextî sasanîNamed-Entityy şî’irim řîşekêş kat.
wa hatuwe, serman, xewniman, pencekanman
gułdanekanman, jêy gîtar û gerûy wişe û
semay gyan û řeşbełek û perdaxekanî xeyamNamed-Entity û
bałindekanî mestûreNamed-Entity û sirûdekanî bêkesNamed-Entity û
herçî hewrî jangirtuwe, herçî kirmî awrîşmînî ayndeye,
herçî geray çirakane hemûy berê
eme mergî nûranîye û be şepol dê.
eme mergî wecaxzadey řojhełate.
eme mirdinêkî qisexoşe û dewrî dawîn.
le bîrit dê ke pêm witî:
ême leber em barane řeşeda bo westawîn?!
ey kiçî bene’let kiraw
le berdemî em mêjuwe tirsinokeda!
em qewzane taze le leşman nabnewe.
ême leber em barane řeşeda bo westawîn?!
em çetre konane dadî ême naden.
etirsim eme dwa semay xoşewîstîy ême bêt!
awêzanim be,
ey kiçî dirextî ser biřaw, awêzanim be.
emřo aynde hat bo lam, be çawî teřewe
hat bo lam pêy witim:
ew merge nûranîyane abłûqey
qełay dengyan dawim, abłûqey xwênim.
hemû řoj firsexê dêne pêşewe.
hemû şew çałêk le sînemda heł’ekenin.
ey kiçî le xaç dirawî berdem mangeşew!
ey jinî leş qifił kiraw!
lem bendereda bo kilîl megeřê.
lem zeryayeda bo keştî megeřê.
keştî tirse û mirdin tenha benderêke
ke bê temumj bîbînim
sereta, tirs
kotayî, tirs
ḧîkayet û mał û xebat û kitêbim
hemûyan her, be tirs û lerz dapoşrawin.
řegî em merge dirêje.
řêgay em merge le fewtî serçaweda kotayîy dê.
mirdin lenaw mirdindaye, şimşêr lenaw şimşêrdaye.
le řojhełatî sertewe tofanî řeş beřêweye.
ey kiçe sasanîNamed-Entityye bednaweke!
ey jinî muẍe kujrawekan!
«le êwareyekî şeřengêzda,
le êwareyekî kwêrda,
le êwareyekî qîrînda:
asmanyan leser daxsitîn,
xakîşyan leser pêwedayn.
«mang»yan be nûkî řimewe bo hênayn û
ewsa bû be
ahengî ledaykibûnêkî tirman.
îtir le şerabî beheşt û
maçî ḧorîyanda xinkayn. min be tenha çil ḧorîm hebû çil.
bełam toyan tya nebûy,
ey kiçe sasanîNamed-Entityye nefret lê kiraweke!
toyan tya nebûy, to ew kate le geştî jêrzemîn û
dinyay jêrewe bûy, to lewê beşwênî minda egeřay»
ewe yekem carî mirdine êskisûkekem bû.
ewe yekem peywendî nêwan milim û şimşêrî bewefa û
darî ḧed bû.
ewe ewweł seḧerî mergî min bû.
awêzanim be,
ey kiçî xołemêş û ey jinî memleketî afat!
wa le řojhełatî sertewe
mom û buẍurdî mergim esûtênin.
wa le řojhełatî leştewe
gořewşarî şî’ir û pirşing û goranîm eden
min natwanim bahozî şêtêtîy xom
lem afate bişarmewe
eme çarenûsî ’eşqêke mil le şimşêr eswê.
ey kiçe sasanîye cwaneke!
wextî surusat beserçû
mergêkî nwê minî ewê!