ew diłbere wa bade be çawan defroşê

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  862 views
ew diłbere wa bade be çawan defroşê
herdem be tebessum lebî xendan defroşê
bo şehd û şeker ḧuqqeyî mercan defroşê
ew ẍemze ke çawî be şehîdan defroşê
çî zahîde ew zû dił û îman defroşê
yaqûtî lebî le’lî ke wa qûtî řewane
řû baẍî guł û dem guł û qed serwî řewane
mujganî keçî qatîlî sed qafłe cane
ta pênekenî zulfî neda berdemî şane
nemzanî ke guł şekker û řeyḧan defroşê
qetrey ’ereqî nafe leser le’lî direxşan
ya mîşke le goşey wereqî guł buwe efşan?
daẍî diłe yaxo, be serî zulfe perêşan
xałî demî to zengîye kewtote bedexşan?
yaxo xizre çeşmeyî ḧeywan defroşê
tata ke be daw zulfî wekû sunbulî bada
gułdesteyî şewbo bû be bergî gułîda da
şewboyî guł û nafe le dem badî sebada
şêxim be heway zulf û dił û dînî be ba da
wechî çîye bew kufre ke îman defroşê
ger talîbî maçêkî eto lew deme qendey
bew zulfe debê her wekû min xot le řesen dey
şahenşahî mîsir û ḧebeşe kê buwe bendey
çawêkî be giryanî dewê talîbî xendey
me’lûme ke guł xende be baran defroşê
cîlwey meyî ew saẍîre neş’êkî nedamê
saqî were lew lêwe, be çawit, bide camê
kuştem be xet û xał û řuxî taze nemamê
min talîbim ey badî seba bêne peyamê
lew lêwe ke maçî be dił û can defroşê
ta dwênê emin wesłî řux û zulf û demim bû
baẍî îrem û ’umrî xizir, camî cemim bû
emřoke cudayîm le ẍezałey ḧeremim bû
bew se’ye leser qîble sefa ’eynî ẍemim bû
çawim be dû cê zemzemî giryan defroşê
mehřû be xeta nafeyî çîn mîşkî xetayî
dîm hate sefî guł be heway ’etirnumayî
tefzîlî gułim da hemû ye’nî be řyayî
bo maçî demî şahîdî diłber bû wefayîPen name
şêxim ke be hîç û nebû îman defroşê