tabloy pêncem

From the Book:
Ask
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 14 minutes  914 views
«řûnakî, ḧîkayetxiwan dêtewe ser şano».
ḧîkayetxiwan:
hewałî mirdinî melay dê
xemê bû
her zor zû
le xeme gewrekey askida
twayewe û winîş bû
xełkî dê kêşey naw deramet
xoyanyan bîr çowe
kem û zor ałan le:
pejarey emřowe
kewtine naw gêjenî řûbarî serkêş û
karesat xistinye berdemî metirsîy
beserhat.
bo ask necatdan
tenya řêy şikbirdû
ew řêge tûşeye, dyarîy kird mam wisû
çon řêyek?! le hemû bistêka
merg wek pasewan
westawe û çaweřêy nêçîre bo qûtdan
wa îsteş kuře şwan
lenêwan dû demî berdaşda
bo ask û bo xawer
zamêke fwarey xwên heł’eda
«eřwat»
«řûnakî, qedpałî çyaye, kuře şwan tenyaye û şipirzeyî be řuxsar û hemû bizûtneweyekîyewe dyare, bîr ekatewe û peşêwe, komełê minałî gundîş dên û em goranîyey bo ełên, ewîş wek lenaw ew wiřî û kasêtî û şipirzeyîyey xoyda em dîmene wek xewê bibînê wehaye».
korsî kuř û kiçî minałan:
ho pîrot ey şwaney berçawřûn
wa çya berd berd û dar darî,
hawarî to eka.
wa nîgay hejaran wek teyrî hełkurmaw,
temaşay to eken.
beytî dił be bazû û cergî
netirsa heł’eden
kiçêkyan:
kiçanî ser kanîye lêłekey îstay dê
awêne û şaneyan
xistote kenar û jakawe birîqey
ew qije řeşeyan
kuřêkyan:
cêjwan gwarey gwê û
mustîley naw pencey
yaranî tya werî
circekan bekomeł xakî ser
giłkoyan hełdiřî
hemûyan:
ho pîrot ey şwaney derûnpak,
askekey ser çya
pêş hemû ’eşqêk toy nasî û
wa êste ew bangî to eka
ho pîrot minałan dîlanêy
colaney naw liqî
dargiwêzyan lêt ewê
ho pîrot minałan askekey
azîzî xezanyan lêt ewê
kiçêkyan:
kiçanî dê ełên:
beharê bêtewe legeł kuř
naçîne řêwasan
hetakû nezanîn wa pîrot
askekey dagirt û xistye ser:
neřey şan
kuřêkyan:
bapîrey des lerzîw
sing leser goçanî
beher ḧał řawestaw
ełê: key kuře şwan eřwat û
pêş mirdin bîbînim be dû çaw
hemûyan:
ho pîrot ey kuřî befir û ba
diłdarî karêz û, mangî ał
le sîney daykana key mijde eřwênî
ta bimrê diřkudał
ho pîrot ey şwaney ’aşiq û
berçawřûn
wa çya berd berd û
dar darî
hawarî ewînî to eka
«eçne derewe»
pîrot:
«wiř û kas û manduwe, dahêzrawane heł’estête ser pê, be peşokawîyewe»
ax xawer çawanit, ax xawer
ax ask çawanit, ax ask
«bêdeng ebê, em denganey dête gwê»
dengî yekem:
gêjenî mirdine řapêçit ekat û
berew bin
lemyanda hatnewe her nîye
xo řwanît le kwêye!
tiropkê her bałdar eygatê û dêştewe
wekû qel, qeleřeş
nawî xoy wa beser xoyewe
be qisey mam wisû mekewe dawewe
ew fêre her tełe dabnê
askêke bû, nebû be to çî?!
ey xawer le bîrit çotewe, ey xawer
ey řencî ta îstet?
azarî şwankarît le bîrit çotewe?!
çend sałê aram û xawer her bo xote
bîhêne pêş çawit ew sing û
ew memk û gerdine
bîhêne pêş çawit ew řan û
ew pûze goştine
ew lêwe germane mijînî dûbedû
ke agir ber eden
le pûşwî arezû.
ey maçî lamlî sipîwsoł,
jêr çeney xirpinî.
çî heye bigate ew tamey edatê
le baweş girtinî.
bełêne û kwêxa qet bełênî naşkênê
waz le to çon dênê!
řêgeket her řêgey nehate
řêyeke her beḧał
pêt leser bitrazê
ezanî çît lê dê?!
xo tozî berewdiway karwanit bînîwe
ebîte ew toze û ba etba, ba, ba, ba
bîzane
pîrot:
«be şipirzeyîyewe»
ezanim, ezanim, ezanim
ax xawer çawanit, ax xawer
ax ask çawanit, ax ask
lenêwan şepolî dû çawî êweda
wek pûşupełaşî
îstekey ser çemim
- wiçan -
dengî duwem:
le çawî xawerda
betenya kuře şwan esûtê
le çawî askida
xawer û şwanîş û hemû dê,
ho pîrot ke ask nemênê
to û xawer
le kwêda day’enên diłdarî û
sewday ser?!
ke ask hełdêrra bo xerend
çon pence
etwanê şimşałit bo bigrê û
kiławit çon qince?!
dengî yekem:
tozqałê pêt leser
miley berz bitrazê
ho pîrot ezanî
ezanî çît lê dê?!
dengî duwem:
ezanî, ho pîrot
ezanî dway ask
tenanet jyanîş namênê
bo biniçk!
- wiçan -
pîrot:
ax ask çawanit, ax ask
ax xawer çawanit, ax xawer!
- wiçan -
dengî yekem:
ełêy çî?! nehêłî
mam wisû tełekey
le diłta biteqê
pêt ełêm ho şwane
qet nekey
bew fêłe biřwa key!
dengî duwem:
ew kate çawanit řoşne û
bê gêjaw naw serit
ke ask dabgirî û
bîxeyte baweşî xawerit
dengî yekem:
her beḧał pêt leser piley xiz bitrazê
dengî duwem:
le çawî askida xawer û şwanîş û hemû dê
dengî yekem:
her beḧał pêt leser piley xiz
dengî duwem:
le çawî askida xawer û şwanîş û …
dengî yekem:
her beḧał pêt leser …
dengî duwem:
le çawî askida …
dengî yekem:
her beḧał …
dengî duwem:
le çawî …
- wiçan -
«pîrot le popey hełçûn û peşokawî û şipirzeyîdaye, dengekan wayan lêkirduwe, xistûyanete gêjawî zoranbazîyekî derûnîy giran û dijwarewe».
pîrot:
« kase û leber xoyewe »
her beḧał pêt leser piley xiz bitrazê
- wiçan -
«lem kateda sware dête jûrewe û lepişt pîrotewe ewestê»
pîrot:
«her leber xoyewe »
le çawî xawerda ...
betenya kuře şwan esûtê
le çawî askida
xawer û şwanîş û hemû dê
- wiçan -
sware:
ewe çîte pîrot gyan!
pîrot:
«le dengî sware da’eçłekê û řûy tê eka û wek bew biłê ».
ke ask hełdêrra bo xerend
çon pence,
etwanê şimşałit bo bigrê û,
kiławit çon qince?!
sware:
ełêy çî?!
çîte pîrot?
pîrot:
«bedłinyayî û biřwawe »
sware gyan min eřom
natwanim danîşim û askî dê
aweha ’asî bê û
le zamî dêrînma bařey bê
- eçne derewe, tarîkî -
«řûnakî, kors dêtewe ser şano »
kors:
kuře şwan
pîrotî şarezay yek be yek
bin dar û bin berdî ser çya
berew řûy hełemût
kewte řê û
gurîsî le nawqed şetek da
gerdawî dûdłî le serya nîştewe û
samałî sewdakey
pirşingî řijane şebeqî řêy ałî
tak lenaw korsewe:
ewînî xawerîş le gyanya
wek çiray ber hengaw
eřoşt û le koçî metirsî û
samdarya dagîrsa û
kors:
eřwat û ezanê ke řenge
dwa car bê xawerî bibînê
eřwat û ezanê
ke řenge dwa car bê
çawanî bibînê.
tak lenaw korsewe:
kuře şwan çon bangî
minałan kip eka û
le diłya bê weram eynêjê
ew aram çon egrê
bibînê wa tewrî
«kwêxa»y řiq
darbeřûy çyakey ekujê
kors:
çon egat?! çî ekat?!
ey xawer?!
çûne ser, hatne xwar?
le dêda řoştinî kuře şwan
bû be wîrd leser zar
- tarîkî -
«her dwabedway çûne derewey korsî serekî, em dîmenane yek le dway yek û bê řewînewe nîşan edrên»
dîmenî yekem:
«cêge sere řêy karwane»
ḧemey qetarçî:
«bangî řêbwarê ekat»
ho bira, ho bira, bê zeḧmet
to meřo, pirsyarê!
řêbwareke:
«dway ewey egate lay»
fermû, kake fermû
ḧemey qetarçî:
kake gyan, le kwêwe hatûyt û
berew kwê?!
řêbwar:
le gundî xezan û çyawe hatûm û
berew şar mil enêm
bira bo?!
ḧeme:
tikaye, hewałî xezanman pê nałêy
mangêke lêy dûrîn
wek ełên şêwawe
nazanîn, řaste yan?!
řêbwar:
ta biłêy şêwawe eweta nambînî
emewê le gêçeł qutar bim
ḧeme:
çak ekey!
ke wate dengubas
wek çonim bîstibû wehaye
ey başe kwêxa her:
lewêye?!
řêbwar:
ta îste lewêye
eger çî diłnyam bar eka!
ḧeme:
mał zorin koç biken
cê bêłn dêy xezan?!
řêbwar:
eyanut çend małê
çaweřêy karwanin
ta xezan cê bêłn
ḧeme:
«be pêkenînewe».
zor başe
xwat legeł kake gyan, xwat legeł
«řêbwareke tê’epeřê»
ḧeme:
«ekewête pêş karwaneke û leber xoyewe ełêt»:
derfete û řêkewtî weha çak
degmene, pele kem baştire
hîç nebê bo ew ser çend małê
bar ekem.
nawexte her çendê dawa kem
emdenê, le řojî wehada
kê serî mamełey eperjê
pele kem baştire, derfete
lêxuřn, derfete
- eřon, tarîkî -
dîmenî duwem:
«małî kwêxaye, kwêxa û kwêxajin beramberî yek danîştûn, xawerîş kiz û ẍembare le goşeyekda hełtirûşkawe»
kwêxa:
xwa ẍezeb le bendey xoy bigrê
way lê dê
şêt buwe egîna kes buwe
şaław bo tiropkî řewezî
wa berê!
be řêgey mirdinya mil binê
to dîwte hîç kesê
ewende negbet bê û çareřeş!
kwêxajin:
ewetey em aske gîr buwe
em xełke ne, nûstin
ne, xwardin ne, pişû
her hîçî nemawe
kwê eçî bas basî emeye
dwayîşî nayet û bisrewîn.
kwêxa:
de biłê axir to çît dabû lem bezme
ewa xwa nanêkî şwanêtîy dabûytê
etxiward û serî xot kiz egirt
negbetî řûy kirde her kesê
way lê dê
kwêxajin:
pyaweke! şwanî çî
ta şimşał lêdanî hebwaye
meřî çî û biznî çî!
to biřo û biřwane
perasûy yek yekyan bijmêre
şwanî çî?!
kwêxa:
em aske bû be çî
nan eda, aw eda
negbetî, negbetî
kwêxajin:
be serî xoyan û bawkîşyan
ta mawin naybînin ew aske bêtewe
kuře şwan day’egrê
kwêxa:
pêm witin, ełêy çî, pêm witin
fît fîtî wisuwe
ke yekê xwa ’eqłî nedaye
her waye!
kwêxajin:
«be dengêkî nizim»
serbaqîy gişt daxê
nawî em kiçeşman wa ziřa bewewe
emeşyan daxêke
serbaqîy gişt daxê
kwêxa:
xem mexo, bêştewe tegbîrim kirduwe
çîm dawe le gêçeł
lêre na, lew lay tir
kwêxajin:
ey çîye?!
boçî xwa her êrey danawe
xezan na, cêgey tir
«lepřêkda, xawer be tûřebûnewe heł’esête ser pê û řûyan tê eka û be quřgêkî piř le giryanewe ełê»:
xawer:
kê eřwa, ba biřwa, bişmirim
her xezan cêgeme.
«kwêxa boy heł’esê û, şano tarîk ebê»
dîmenî sêyem:
«lepał dirextî baxêkda mam wisû û sware edwên û memendîş xoy lepena berdêka şardotewe û bedzîyewe gwêyan lê egrê»
sware:
her ełêy wam leser agirê
- danîştûm -
mam wisû biřwane ke diłim her wa le lay
ewetey řoyştuwe be şewîş nenûstum
her pêyek da’enê hest ekem legełyam
wisû:
heta bin darbawî ew peřî kejesûr
legełya řoştim û
xoy zorî lêkirdim ke çîtir
legełya řê nekem, nyazim bû hetakû
«kiruskî» ber girde çoleke her biřom
xoy neyhêşt
beřastîş henasem swar bûbû
sware:
gileyît lê nakirê, pîrêtî û ew řêye!
wisû:
biłêm çî ew tîn û tewjimey
caranim nemawe
daxekem bo guřî lawêtîm
sware:
mam wisû, çonit dî?! bepê bû?!
ey wirey naw diłî? ey zatî?
her wa bû wek min dîm,
pêş řoyştin?!
wisû:
her etut: berane kêwîye
bo zatîş kun nebû le cergya
sware:
to biłêy bêtewe û
çawanî xezanîş řoşin ka
em xełke le çingî em xeme
derbênê?
wisû:
leser xwa řêgeye û lebere
hatewe şayîy dił bo gundî xezane
ger mirdîş wek ’aşiq emrêt û,
bo aske mubarek gişt mergê
ebête çirawgê û heł’ekirê
le diłî asmanda,
bo xawer, bo aske mubarek
řêgeye û lebere, ew negat
bedwayda nahêłîn ke cê pêy bizir bê
yekê tir, duwanî tir, řêgeye û le bere
sware:
mam wisû, yekêkim lewane
minîş wek kuře şwan ’aşiqim!
le diłman ew cûte çawane
wisû:
bo aske mubarek, bo yezdan
min na, to, to na, min
sware:
mam wisû ewendey bo pîrot
xeyałim peşêwe
ewende û zyatrîş bo xawer
ezanî pilûskî giryanî
wek «fate» pêy witim
le çoře nakewê
mam wisû, sewday ser
sewday ser!
wisû:
heqêtî seferî wa giran
bo diłî dezgîran
her mayey endêşe û cexare
kuřî xom, diłdarî
xendeşe û azare
sware:
çi katê hewałî ezanîn?
wisû:
damnawe, sibeynê le serî «heło»we
bewrdî serinc bem
bizanim kuře şwan
heta kwêy biřîwe
- wiçan, memend eřwat -
sware:
pêkewe, minîş dêm.
- wiçan -
«lem kateda» pîrbał «bepele xoy eka be jûrda û be peşokawîyewe řûyan tê eka»
pîrbał:
kwêxa xawerî
zamdar kird!
«bepele eçne derewe, tarîkî»
dîmenî çwarem:
«ber dergay małî bapîre, zorab yarîy ekat, memend be řakirdin egate lay û henasey swar buwe»
memend:
ezanî, ezanî, mam wisû
pêş tozê çî ewt, çî ewt
be sware ezanî
zorab:
dirozin le kwêwe gwêt lê bû
de başe, çîyan wit!
memend:
bo ełêy dirozin
bew xwaye gwêm lê bû
lepenay berdêka min xomim mat dabû
ewanîş ezanî le kwêda
her le lay baxekey «řêḧane»řeşewe
wełłahî her lew lay
zorab:
«qisekey pê ebřêt»
dey başe, dey başe
mam wisû, çî ewt
memend:
pêy ewt, pîrotî bînîwe
pêy ewt, her wekû berane kêwîyek
řêy ekird
pêy ewt, her hîç, hîç, natirsê
zorab:
le de’baş, le xêwîş?
memend:
le hîç şit, le hîç şit
zorab:
ey başe eyanut
key pîrot dêtewe?
memend:
ne û, bełam gwêm lê bû mam wisû
pêy ewt beyanî eçme ser hełemût
lewêwe temaşay řê ekem
bizanim, bizanim ke pîrot heta kwêy
biřîwe, a, a, bîrîşim kewtewe
pêy ewt ba pîrot bişmirê
çunkêkim emrê bo aske mubarek
bo dwayî řoḧekey ebê be estêre
way ewt, mam wisû way ewt
zorab:
ê, ê, ê
memend:
tewaw bû, her ewem gwê lê bû.
- wiçan -
zorab:
şitêkit pê biłêm be qisey min ekeyt?
memend:
çon çonî? dey bîłê
zorab:
sibeynê bapîre nezanê
pêş ewey mam wisû hełbistê
eçîne ser řêgay
her ke hat pêy ełêyn:
mam wisû êmeyş dêyn legełta
êmeyş dêyn
memend:
ay lewe!
înca çon etwanîn
be şaxa hełgeřêyn
xo êmeş minałîn!
zorab:
kere şîn ebeyn û heta çend twanîman
her eřoyn, her eřoyn
dwayî ke hîlak bûyn
swar ebîn, başe, ha?
memend:
a, başe, bełam ba bapîre nezanê
bizanê, nahêłê, minîş zor
zor zorîş ḧez ekem
dûrîş bê temaşay
pîrot kem.
zorab:
de başe
beyanî her zor zû
min hełti’estênim.
min nanûm.
- tarîkî -
dîmenî pêncem:
«şano řûnak ebêtewe, bê ewey deskarî hîç dîkorêkî dîmenî lewewber kirabê, herçî ekterekanî naw em şano gerîyeşe řîz bûn, derhêner wek yekem car le destpêkirdnî yekem tabloda dîman, dêtewe berdemî şanoke û řû ekatewe bîneran»
derhêner:
mîwane xoşewîstekanim
a bem core şanogerîy
«ask»tan dî û, a bew coreş
kotayîy hat
ger epirsin
minîş wek êwe nazanim
pîrot aske mubarekî bo dagîra?
geřayewe? çî beser hat?
legeł xawer be yektirî şad bûnewe?
yaxud le miley berzewe
berew xerend, hełdêrra û kewte xwarewe?
minîş wek êwe nazanim!
em careşyan tenya min bo ewe hatim
leber dergay
małî a em şanoyeda, řawestam û
maławayîtan lê bikem
bełam ber lewey biřon û beřêtan kem
mawem benê
yek yek nawî řasteqîne û,
ekterekanî «ask»tan
pêşkeş bikem.
«yeke yeke dest eka be pêşkeş kirdinî hemû ekterekan»
bêdengî
«bařjinî askeke ebîsrêtewe, tarîkî»
- kotayî -