fermûte ke min padşehî ḧusnî diłaram

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  795 views
fermûte ke min padşehî ḧusnî diłaram
xurşîd û mehin ayînedarî řuxî zîbam
fîrdewse cemalim be nîhalî qedî tûbam
ye’nî be dû leb saḧîbî î’cazî mesîḧam
maçêkî demim kafîye bo kuşteyî bałam
fincanî demit saẍere ya qûtî řewane?
wek neş’î ḧeyatî diłe yaqûtî řewane!
ew çawe tebîb û bełedî derdî diłane
’îllet çîye bo min ke ḧekîmêkî nezane?
cêy neşterî wî agirî berda dił û sûtam
egrîce û perçem mededî nêrgisî kałn
fewcî ḧebeşin, leşkirî sułtanî cemałn
arayşî řû û řewneqî baẍî xet û xałn
her yêke lelayê be umêdî ser û małn
bew dawî ewî besteye xom û diłî şeydam
min saylî aşuftegîy zulfî duta bûm
têk çû ke emin ’enberî teř, mîşkî xeta bûm
min hem nefes û hemdemî şazade û şa bûm
ta dîm gułî to ’aşiqî endamî beła bûm
sergeşte ewêsta ke le dûy gułbunî bałam
ebro û cebîn û řuxî bê şîbih û mîsaln
têkeł be guł û yasemen û ẍerqî lu’aln
bo mułkî cemałî ke şehenşahî celaln
ya şems û qemer, qews û qezeḧ, bedir û hîlaln
wa cumle hełatûn le gerîbanî gułendam
xet hatuwe dewrî leb û řûy dawe le serda
yaxo ḧebeşî fayeqe daẍî le ciger da?
gułzarî demî puste û baẍî gułî berda
ya leşkirî kêşawe be zêy şîr û şekerda?
şeřyane leser ke’beyî řû kafir û îslam
ey mîşkî xetayî xet û xet cewherî kułimit
ey sunbulî teř dûkełî ser mecmerî kułimit
sûtawe wefayîPen name le heway agirî kułimit
sa ew deme wa bêne eto bî û serî kułimit
ẍeyrî ewe –bîlla– nîye lew lêwe temennam