zedey řûtim, be çawî to, şîfam bêlêweket nabê

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  889 views
zedey řûtim, be çawî to, şîfam bêlêweket nabê
be ḧeqqî abřûy pîrî muẍan saqî meyî nabê!
etoş ey tarzen sadey sirûdêkî be neẍmey ney
biła tey bê ẍem û nobey sirûrî camî mînabê
etoş dem dem be neẍmey ney etoş xoş xoş be cur’ey mey
kizey bayêkî řoḧanî, neşey camêkî yar babê
bequrbanî sedatim ha biłê mutrîb were saqî
neystan awrî berbotê, biła tofan leserda bê
le şewqî bade dagîrawe saqî řûy ’ereqnakî
wekû şebnem leser guł kewtibê řoj ’eksî lêdabê
were binwaře tab û tabşî zulfî diławêzî
eger netdîwe ’irş alilhArabic çiray deyr û kilîsa bê
le taw awrî cemałit key dezanê ḧałî diłsozan?
kesêkî tawekû zulifit ne şêwabê ne sûtabê
kenarî çawî herdem şanşînî ’aşiqî řûte
bełê wek sûrme waye herçî sûtawî tecellabê
eto bew çawe sermeste demêkî heste řaweste
bibînim key qyamet dê? bizanim boç mesîḧa bê?
dełên ẍem leşkirî kêşawe, toş bew zulf û xałane
bifermû ta şebîxûnê lelay çîn û ḧebeş řabê
dełên yar dêtewe, xo min be derdêkî giran kewtûm
tebîbî derdedaran ey xuda bê, ey xuda wabê
be goşey çaw û xałî lêw û xakî koy yar nadem
eger sed camî cem, abî xidir, ewřengî dara bê
le řûm meḧrûm mebe fermûy wefayîPen name ’aşiqî zarim!
kesê zeřřêkî îman bê beheştî lê ḧeram nabê
dirêẍa serwî bałay min gułêk bû hat û ba birdî
gułêkî wa behar nagrê heta dunya be dunyabê