heta řojî qyamet dêt û nayê

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  1290 views
heta řojî qyamet dêt û nayê
le dûrî name şerḧî macerayê
le ah û nałeyî perwane xewfê
ke to bigrê xuda ey şem be bayê
demit derman, tebîb to, min birîndar
desa bo ḧałî min tedbîr û řayê
leser gencî řuxt řeşmarî zulifit
lebom hatin be dew her yek le layê
birîndarî heway cîlwet şehîde
eman saqî be mergî min semayê
hemû dem řû le mîḧrabî birotim
îlahî key îcabet key du’ayê?
be yadî taqî mîḧrabî biroy to
wefayîPen name çû le goşey xaneqayê