ey seba têk mede to perçem û kakołî gułe

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  652 views
ey seba! têk mede to perçem û kakołî gułe
zulf û kakołî gułe meskenî sed pare diłe
řamî damim nebû hergîz be fisûn dił buwe xwên
gułe sermeste ẍezałêkî ’eceb weḧiş û siłe
çîye em nuqte ke wa bote nîşaney demî to?
nuqteyî hîçe keçî nukteyî sed ahî diłe!
demî xende û qiseyî maçî dem herzane be řoḧ
dem û xendey nuqułistane qisey wî nuqułe
were biřwane diłim ey gułe! bo zarî gułit
bulbulêke çi ḧezîne, çi le giryan be kułe?!
qet be dił yarî wefayîPen name nebû, ḧeyranim emin
dił ke me’lûme yeke bes gułe bo çî dû diłe?!