ey le sayey serî zulifit be nîga û xet û řû

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  537 views
ey le sayey serî zulifit be nîga û xet û řû
besteyî dawe, çi tawwise, çi şehbaze, çi qû
mestî ew nêrgise kałem degrîm bo lebî to
şîşe bo camî şerabim, kułî giryem le gerû
memde ber ḧełqeyî ew zulfe leser maçî demit
le tenafim mede memkuje le ser hîç û nebû
têk neçû qet serî zulifit le henasey diłî min
dûkełî ew şeme hergîz be nefes wawe neçû
le dû zulf û serî kułmanî ’eceb mawim emin!
řaste ew nûre bełam nûr nîye dû saye le řû
were bew nêrgise saqî be fîday gerdiştim
nefesê bênewe gerdiş be wefay cam û sebû
’arîz û zulfî be xende be wefayîPen name defrot
guł be ta, nafe be xermen, duřiř û şeker be qutû