ey řefîqan werne yarîm zor zelîlim diłişkaw

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  1714 views
ey řefîqan werne yarîm zor zelîlim diłişkaw
can û dił meḧrûqî narim, ax le bo têřêk diraw!
ax le bo têřêk dirawan, nûrî dił, bînayî çawan
merhemî dił kokirawan, momyay piştî şikaw
kwa řefîqêkî tewaw bê, şêrmerd û dest biław bê?
saḧîbî çayî û piław bê, ḧatemî dewran be naw
zêř û zîw fîkir û xeyałme, dayk û bab û mam û xałme
dulberî sed mah û sałme, lazim û melzûm kiraw
zêř û zîw babî hetîwan, ẍews û qutbî hîç nedîwan
ax ke le minîş bote mîwan, dîn û dił boy danraw
her ke parêkî debînim, dête kuł coşî girînim
dadenêm îman û dînim, dême îklam û siław
dême îklam û siławan, zêř û zîw bînayî çawan
řaḧetî cerg û henawan, ger be sîhaNamed-Entitybê tewaw
ça û zêřim bo wedernên, swênd û musḧafim le bernên
xencer û şîrim leser nên, ’aşiqim ’aşiqî diraw
’aşiqim ’aşiq be zêřim, ey xuda çawan degêřim
piřbikey xurcîn û têřim, da minîş bibme pyaw
qed kest dî terzî min bê! saḧîbî mindał û jin bê
destimayey kêr û gun bê! řût û qût û kes nemaw?
ẍerqî deryayî řya bê, mestî tobey dû hewa bê
’aşiqî miskîn wefaPen name bê ey xuda bîxey le daw!