pirse

From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 3 minutes  1299 views

reḧîme alilh lîmen qira alfatîḧehArabic

ewe qisey ser zarî feqêyek bû ke leser kursîleyek danîştibû, bo her kes ke we jûr kewtiba û le şwênêk danîştiba, dûpatî dekirdewe û xełkekeş legeł ew kesey taze hatbû, fatḧayan dexwênd. le serewey hemuwan, řoḧî pak û pepûle’asay xwalêxoşbuweke, lenêw mêḧrabda bû. le nekaw kesêk we jûr kewt. siławî kird. be siławekey nîşanî da ke lałe. be xwar û xêçî be řêgada řoyşit. xełk pêyan wa bû şête.

feqê çawî pê kewt. beser xoyda řûxa. xoy lê win bû. ḧecmînî lê hełgîra. mizgewteke bêdeng bû. hestî kird tewawî xełkeke çawekanyan beş kirdûn. be çawêk le kabra deřwanin û be çawêkîş le em. lew çawane tirsa. xof daygirt. nîgay şoř kirdewe. çawî be hengawekanî kabra kewt. paş çend hengawî dîke dadenîşt. neydezanî çi bika. fatîḧay bo dada ya na? biłêy xełk pêy pêkenin? biłêy xoy bitwanê bêdeng bê? biłêy... bilêy...?

kitêbêkî feqêyaney be destewe bû. le piř lêkî kirdewe. serî denêw kitêbekeda şardewe û way nîşan da ke xerîkî xwêndineweye û bem şêweye neyhêşt ke hîç kes firmêskekanî bibînê.

lałe cêgayekî betałî dîtewe û danîşt. be sîley çawî seyrî zar û lêwî danîştuwanî kird. hîç kes lêwî nedebzût. zanî ke hîç kes fatîḧay legeł naxwênê. be tenyayî bêdengîyekey şikand fatîḧayekî lałaney xwênd: we we we we... be be be be...

fatîḧay tewaw kird. hesta ser pê. destî bo xawen pirsekan biłînd kird û danîştewe. řoḧeke gwêy bo fatîḧake řadaşt. lêy ḧałî bû. ewe tenya fatîḧayek bû ke deybîst.

maweyek be ser çû. mizgewt aram bowe. le nekaw melayekî kwêr we jûr kewt. çawsaẍêk destî girtibû. be dengêkî berz- beriztir le mamostayanî pêşû - siławî kird. tenya çend kesêk wełamyan dawe. hîç kesîş le pêşî hełnesta. feqê dîsan le ser kursîle wîşk hełgeřa. neydezanî le berî hestê ya na? çawêkî benêw xełkekeda gêřa. le xoy pirsî: ey bo le pêş mamostakanî dîke hestan? dîsan pirsyar derzî ajenî kird. dûdłî řoḧî encinî, pejare daygirt, diłî piř bû, giryan hełîpêça, nîgay şoř kirdewe, çawî be hengawekanî kewt, ta çend hengawî dîke degeyşte lay, sê hengaw, dû hengaw, yek hengaw, geyşte lay. yek pê le pêşî hesta. xełk corêkyan çaw lê kird. le daxan danenîştewe û yekřast we der kewt...

mamostayan le goşeyek dana. řoḧeke çawî pêy kewt. ewe tenya kesêk bû ke deydît.

serexoşî tewawbû. řoḧeke geřawe, bełam pêy seyr bû ke tenya dû kes le pirsekeyda beşdarîyan kirdibû!