pênc kople şê’rî yaẍî
From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
1 minutes
1397 views
1
ta çaw biř dekaałqey pirsyarim
be hewday řêda hełpesarduwe.
bełam ałqekan
tenafî darin,
termî wełamim
pê nîşan deden.
erê emin kêm?
ta zyatir le xom nizîk debmewe
zyatir le bûnim,
diłsard... nahumêd.
bew řastye bigem:
min tirawîlkem!
2
her tenya min nîmle nêw çwarçêwey "se’at"yan xist û
wek kełî gîre
xulyan pê lêda.
3
awêney řoḧimquř û çiłpawî řêgey dijwarî
pêda piřjawe.
dengî defêke
le nêw çemerîy
naştinî termêk
4
dezanin xwênimlegeł çi awê,
têkeł kirduwe?
le lepî destima
gyanî bext kird
ta têrawim ka.
xwênim pêşkeştan,
sałî dahatû
řoḧim denêrim
bo baẍewanîy
gułzarî lale.
5
le řojî řûnîşçiray dił hełken
"be giřî birûske"
ew dem têdegen
çende bê tîşke.