soz

From the Book:
Řengaɫe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  1159 views
- 1-
diłit herêmêkî sarde û
dûrgeyekî tarîk û dûr
bem şewe min: řêm kewtote
naw em daristanî befre û
berew lay to
em kwêstanî namoyîyem
girtote ber.
hengaw
hengaw
be ser leşî
řeş û sipîy řimûznî
em şeweda tê’epeřim.
hîç dyar nîye
ne giřî çawanî jûr û
ne tirûskey çiray ber mał
hîç dyar nîye.
tenha her xom
pişkoy sûrî
naw em befir û şextełanem
bay hełkirdûy
give tezîw
emgeşênêtewe û, eřom.
qîblenmam ew sozeye
ke le koçî ’eşqî toda
xwa pêy bexşîm.
«ey xway řewende namokan
ey koçere meznekey
ser qafłey xemî yaran
pencey nûrit amaje ke û
bîxere ser nawçewanî
herêmî sard.
qijî estêre girtûy xot
bi’ałêne lem şewewe
ba hełgîrsê
dûrgey terîk û, çiraxan
řûnakî ka heywan û jûr
małî tarîk».
- 2-
be dway koçta
min şî’rêkî lanewazî
řeşuřût bûm
le baweşta heł’elerzîm.
sawa bûm û dar be destîş!
be dway koçta
min şořebîy ẍemgînî ser
kenarit bûm
ke egryam hajet legełma egrya.
ebûyn be yek.
hemû gopkekanim çaw bûn
ewey min dîm
çawî mewlane dîwêtî û
kesî dî, na!
gełakanim hemûy gwê bûn
ewey bîstim
her gwêy mewlane bîstiwêtî û
kesî dî, na!
be dway koçta
her estêrey nîga teř bû
hon hon cirîweyan eřişt!
le asmanda
min cirîwey çawim esřî û
le zewîşda
şwênpêy hetawim heł’egirt!
ey koçere meznekey
ser qafłey xemî yaran
çaw hîy xote
nax hîy xote
lenaw toda min îstake
gułxenderanî beyanîm
to biřwane
zerdexenem bełam egrîm!
- 3-
be sozî towe bang edem
min tenyam û karwanîşim
zîndanîm û azadîşim
bałdar nîm û lenaw hewram
tenha satê
cênzirgey xoşewîstîy
tom cênehêşt
keçî dinyaş
hemûy geřam.
- 4-
ey koçere meznekey
serqafłey xemî yaran
ta ewînit abłuqey gyanî nedabûm
serbest nebûm!
ta le çawta nuqim nebûm
baran le diłma daynekird.
ta neçûme meşxełanî naw řoḧtewe
nebûme tîşk
ta boy henasetim nekird
nebûme ba û hełminekird!
ke lêwim na be serçawey binartewe
bûme şepolî nesrewtî
bin bêqerar.
ke çirîket řayçenanim
bûmelerzem xiste pêş xom.
lew demewe
ḧał girtûmî û
wek agirî ber ziryanê
le lûtketa
pelupoy kiłpe ehawim
bo dê be dê
bo şar be şar.
lew demewe
min tewêłî em gerdûne
exwênmewe.
lew demewe
min bûmete şarî gewrey
’îşq û azar.