kiłpe

From the Book:
Řengaɫe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  669 views
bo ewey taqe gełayek bixiwênmewe
daristanêk enûsmewe!
xot ezanî ne eçûyte naw estêrkî
çawî taqe şî’rêkmewe
ger gerdawim nenasyaye û, zê û řûbarim
be ser kêwî, xeme sext û xizekanma
ser nexsitaye ser miley řût û tînû.
çi sozêke aławete
em sere derwêşey min û
«ḧał»ekanî wekû nawim
dway mirdinîş lêm nabnewe.
em lirfelirfî sûtane ḧeyranêke
kiłpe eka û banîjey ’eşqit cêyetî
kiłpey hawar çing le çingî
em zamanem nakatewe
heta hełyannegîrsênê!
to bînîwte çon serî şew
lenaw koşî tarîkîda
wek pişko geş ebêtewe?!
min bînîwme, bełam bo demim go naka
bîgêřmewe?!
***
boye twanîm řêge derkem
ew beyanîyey çawî tom exwêndewe
min le şewî řaburdûda
mirawîyekanî –nihênî- m
lebnî qûł wişeyek derhêna bû
hestit nekird?! ke bînayîm xwêndîtewe
çawit teř bû!
hestit nekird ke lenaw gilênetewe
pole wişe dêne derê û
leser kaẍezî berdemim enîşnewe û
ebne şî’ir û kiłpe eken?!
boye twanîm qise legeł
bawboranda bikem çunke
hewrebrûskem pêçabû le sermewe û
nałe û girmem
xistibuwe naw henawmewe.
ey nehatî û xot le gomekey naw singim
hełnekêşa?
ey ke hatîte derewe
leşt gułe’erxewanî negirtibû?
***
bo ewey guł’erxewanê bixiwênmewe
řegekanî enûsmewe.
ay çîm lê dê
heta egeme lay řegê û
nihênîy taqe yek gełay
naw serîm bo edirkênê
ay çîm lê dê!