dozex

From the Book:
Řengaɫe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  1039 views
ew dozexey xoşewîstît
bo em diłey daxsituwe
tyayda ejîm û gişt satê sûtandinim
le awêney biłêseda
’eşqêke: bałî nûr egrê û
xwa dênête pêş çawanî
jyanewey dway mirdinim!
dozexeket dergayekî
leser em řoḧe řewendem kirdotewe
beheşt lewêwe destî sewz dirêj eka û
emfiřênê û
embate naw hełhatnî sozî towe.
«ke sozî to emgirênê
herdû gilênem hetawyan
tê ekewê û twanewey min lenaw toda
ebê be gułxenderanê û pê’ekenê»
ax! leber çî min bebê ew
hełqirçan û sûtandiney
le yek katda
emwerênê û emřiwênê!
tawêk çîye hełnakem û qet natwanim
aram bikem be serînî
a em sere gêjeney xom!
ey dozexî xoşewîstîm!
waz lem azare mehêne
ew werzey toy tya nebînim
xiwayş nabînim!
şî’rî bê xwa
lew çeme mirduwane eçin
ke aw řûyan tê nakat û
hergîz hewr be seryanda nagirmênê!
ey dozexî jyanewem!
waz lem serey min mehêne!
hełîgre û hemû şewê
fiřêy dere naw xotewe
lenaw toda pêẍembere şa’îrekan
ełqey nemrîy be dewrî
firîşte gyan sipîyekanda ebestin û
fêrim eken çon le kwanûy
yek wişeda
deyan «mana» dagîrsênim!
řamkêşe naw lirfey kiłpey ewanewe
ta bisûtêm řûnaktirim
heta azar têm bi’ałê
’aşiqêkî gewretirim.