kost û çira

From the Book:
Řengaɫe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  1009 views
ey gořhełken! êsteyş her azarî edey?
ke dwateleberdî dana û yekem xakenaze giłî
hełdaye ser çawekanî
gułegenim firmêskî sipî hełřişit û
ew çinarey diłman leser hełkenîbû
piř be demî hezareha gełay werîw zirîkanî.
ke naştyanî
le jûrserit řawestabûm
«ba» le lankey temêkî erxewanîda
be herdû dest termeketî řa’ejenî!
sitûnêk bûm lew daristanî ewîney
dewryan dabûy
- ba çirake her dagîrsê û nîşane bê bo gořekey.
ba çirake her dagîrsê û fûy lê nekeyn.
em çiraye le dûrewe
estêrey hîwa pirjêne û emanbînê.
* ba çirake her dagîrsê û nîşane bê bo gořekey!
- baxekeman nanasmewe
gułehêroy řeş hełgeřaw
milî keçî xistote ser şanî daykê
egrîcekanî aławin le tûtřikê û berî naden.
egrîcekanî aławin
le çend kêlêkî naw diłî û sema ekat!
- şanoy xełûz çon bejnî hetaw řeş ekat?!
- tenya bałindeyek mabêt her qajuwe
çawtan lêye eweta wa bałekanî
lew pełehewrane eswê hêşta sipîn!
eweta wa denûk lew pencane egrê
ke ta êste nebûnete kołewjî pîrêjne dozexêke!
- şanoy xełûz çon bejnî hetaw řeş ekat?!
gerûy derbend
ta tengitir bêt
«ba» lenawya
tîjtir eřwat û heł’ekat!
ke naştyanî
le jûrserta řojmêrî
zerdepeřim exwêndewe
çon lêm win bûy?!
ewsa hatî û destî pirsyareket girtim
be řêwbanî temî ałda etbirdimewe
dengî xomit edayewe be gwêy xomda
etbirdimewe!
«natwanim lêt cya bibmewe, eme ’eşqe û
ser be gyanî sûtawî şî’irim heł’egrê.
lenaw ewda etwêmewe
le twanewemda pêt egem!
ebarêm û pełe lenaw řoḧta edem .
eme ’eşqe û min maçî xwa
be lêwî mergî xom ekem
natwanim lêt cya bimewe»
herdekanim xiste bin hengiłî janim, serkewtim û dirextekan,
leberdemma giřî ’eşqyan le xoyan û çem ber eda.
«aw» bû be nûr û be dîdey «mewlewî»yekanma hełpija.
bangî pole estêrey karwanî dûrim ekird. ehatin û
yek yek maçî ew řûbareyan ekirdim,
ke le textî nawçewanma
řêgey germên û kwêstanî egirte ber.
natwanim lêt cyabmewe
dagîrsawim
«dagîrsan»m bestote pişt
be her kwêyekda řet ebim
řûnakî – da’emezrênim –!
- ke řûnakî û řengî zerdî hejarekan
têkeł ebin
dû awanê dirust ebê
na’umêdî tya exnikê.
- min be serdanêk nehatûm her gułałet
le perçemî kiçî tablokanim bidem.
her sewzegyatim xoş bwê û
bon be henasey mêxekî kenar gerdintewe bikem!
«sereta bû xom hełkêşa
le dû awanî ’eşqî to
ke hatme der
leşim hêşûy
sûregzingî girtibû
le bestênî gomekanta
şepolim pêçaye ser û
bîrim le kam şwênta qûł bû
şoř ebowe û baweşî ekird be tirsî
tûş hatûta»
- ey gořhełken! êsteş her azarî edey?!
ke naştyanî
le jûrserit řawestabûm
bałindekanîş hêlaney çend sałeyan
têk dayewe û le çaw win bûn,
- min embînîn giryan bałî
fiřînyan bû
- ême kost nawkî jyanî bo biřîwîn
new, leşim, gyanim, hêşûy sûregzingî
girtuwe û çaw
le qajû zor zor beriztir
efřê û dyare.
şanoy xełûz çon bejnî hetaw řeş ekat!
gerûy derbend
ta tengitir bêt
«ba» lenawya
tîjtir eřwat û heł’ekat