kifnidiz – ekter

From the Book:
Řengaɫe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  736 views
henasedan lenaw singî wiłatêkda
ke sîyekanî be barût dagirnewe!
çî beser dê?!
- eme řahênanî merge, katê ke xak
jan be dwaney
şewî bûmelerze û burkanewe egrê!
- henasey tom ke hełmijî
nimey baranî bînînim
řijane ser
goney payîzê û sewz bûm.
henasedan lenaw singî wiłatêkda
ke sîyekanî be barût dagirnewe
řahênanî merge û destemokirdinî bewrî tirse
le bêşełanî agirda.
henasedan le nîştimanî dûkełda
geşkirdinewey pişkokanî
jêr êskêke
hełqirçanî:
bangkirdne le bařeşê
çingî lûrey bixate naw
bestełekî mêjuwewe
lafawî nûstû hestênê!
- henasetim ke hełmijî
řengim bû be dengî heło û
lenaw hewara dayçeqanim
řengim le dengita girtewe
bîrkerewe: lew geştaney, lew sefere dirêjaney
kirdiman û negeřaynewe,
mał awa bê! giryan lenaw
derbendekanda bestiwêtî!
maława bê! daykim eřwanête mergim
ber lewey hêşta mirdibim
maława bê! hatî û birsêtît hênawe be pîrmewe
maçim kirdî û maçit kirdim
- lem naweda
dozex le beheşt çûz ekirê!
lem naweda pirojekan le - xwên -ewe
wizey řûnakî wer’egirin.
kame şehîd pirsîwêtî
ew çeqoye serim ebřê?!
kam qurbanî hat û witî:
mercî mirdinim bo danên!
lem naweda , hozî merg hełbijardin, cênîşteye.
lem naweda tenha befir firîşteye.
henasedan lenaw singî wiłatêkda
ke sîyekanî be barût dagirnewe
xor çî lê dê?
eme werzî
peřînewey tîşke be ser şûrey hemû nêzekanda û
girtine baweşî lûtkeye.
peřînewey birsêtîye.
gwê bigirin! nan lenaw xewa hawar eka û
hejarekan heł’esênê.
meygořnewe! êwe hatûn demuçawtan
le kifnidize konekan bisennewe
meygořnewe! êwe hatûn gořî dinyay
tawanekan yeke yeke hełbenewe.
 
- 2-
le «byafra»y naw «sîna»da
ke deskeney qijyan kirdî
herçî diłdarî dinyaye
bêqij bînîm.
ey diłdare bêqjekan
qijî xotan ewêtewe?!
yan barokey dełalekan leser eken?!
yan sertaşxaney sozanîy jêr dewarî
sifir taşî
«101»y em cîhane
lebîr’eken?!