şax

From the Book:
Řengaɫe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  911 views
be naw mêjûy tema, awiř: serincî xoy
swarî espî
çexmaxeyekî tîj ekat,
espî çawê
ke werze cwanemergekan
ciłew bo –tawî – şil eken!
zor demêke a em espe
řêy merg ebřê
ta nawçewan xorêkî sûrî tya hełbê.
heta bifřê da’egîrsê û tîşk ehawê.
řameweste
ta mandûbûn henasey řêge swar ekat
- em kêwane eyanewê
bûmelerze řayanjenê.
eyanewê xoşewîstî û merg
be gerdûnyan binasênin
pişko le şextey singyana derbihênin.
eyanewê lûtke negrî û dinya be baranê teř bê
ke estêre kujrawekan cê pêy beharî hełgirin.
em kêwane eyanewê
pirşing le asoda bigirin
- nîşaneye: gulle sware û
birîn: mełbendêke agir
le çwar dewrî
em nexşeye ekatewe.
nîşaneye: em nexşeye serî cengełe dawêke
tunawtûne
- bîrtan naye! mangî kujraw ke hełnehat
çi kotełê egêřdira bo asmanekem?
em nexşeye gundekanî
le şewezenga řizîwin
lenaw ordûgay dûkeła
agirdanî çawî êwey şardotewe.
nîşaneye: em nexşeye serî cengełe dawêke
hezar dawî xistotewe.
- be’aga bin nexşeketan
kenîzekê be maçêkî dway nîweşew
leser memkî tapoy nekat!
be’aga bin nexşeketan le pêşwazîy
xelîfeda
xoy řanexat!
- nîşaneye: hemû biřînewey darêk
bałindekan fêr ekat çon
hêlanekan bigwêznewe û
legeł azarda koç biken.
bêdengîyan eçeqane çawî yadman.
bîrtan naye! yekê nebû le jûrserî
termî peymanî «sîver»da
řimî dengî daçeqênê
bîrtan naye?
- nîşaneye hemû hełkendinî darê
bałindekan fêr ekat çon
be bał bêçû bigwêznewe bo kune şax
fêryan ekat ke nîştinewe
çawî řawçî
le tanupoy pîlanekanda bibînin!
- ke hełfiřîn
awiř lew liqe benewe.
nîşaneye liq şikawe
liq pwazî çwaremînî
dataşrawe!
- em şaxane «geznefun»y
kon û nwêyan
xistote naw eşkewtewe û
demî eşkewtyan be termî şehîdekanim bestuwe!
pişû nada
çek zimanî kêłgey ew cutyarane ezanê
ke hewar û
dîwexanî beg têy naga.
barûtî giř le zemînî gyana eřwê.
çek legeł mirdinda edwê.
çîtan ewê?!
ke gwêtan na, ke gwêman na
be delaqey dergay birînî şarewe
çîman ebîst?
- le kêlanî xemekanî em şareda
wişe ebête xencer û
ekirên be qedî şî’rewe.
wişe eřwa û egate şax
wişe ebê be bawboran
ebê be şewbo bo qijî
mangî kujrawî dezgîran.
çî ebîstin?!
çî ebînin?!
- lenaw geřekî giryanî hejarana
axêkman dî
seryan ebřî
ax bû be guł
le şax řwa
ax bû be kew
bo lay befrî
yar hełfiřî.
çîtan ewê?!
- kew nexrête naw qefezî paytextewe
guł neřnirê û nebrê bo mîr.
- em kêwane leser piştyan
kaseserî dêwî řeşî
çaxekanyan hełçinîwe.
pişû nada
espî xwênî em şaxane
lew řojewe eḧîlênin
ke hogrî ẍarkirdinin le dozexda
lew řojewe eḧîlênin, pişû naden
temaşaken
tîşkî zamdar ewa be şanî asoda
berew jûre.
şeqawî deng
binkey bîstin
le gwêy sałda ekatewe û,
le jûrekanî koşkî «řeşîd»da egirmênin.
baranî deng
pełe le singî sengerî
de sałeda
eda û be taw
da’ekate ser şanoy xwên
- ezanin bo hewrî ême
qet baranî lebar naçê ?
- hejarekan řengyan têkeł
be hewrî tînû kirduwe.
hejarekan nawnîşanî şaxekanyan
leser řûmetî birsêtî hełkenduwe.
hejarekan ałay diłî
ayndeyan le êstewe
hełkirduwe.
pişû nada
eme řêgey ew çawanen gilêneyan
le qonaẍî merga tow kird
be ejno morî berdemî tirsyan nekird.
pişû nada
espî xwênî em şaxane
lew řojewe eḧîlênê
ke estêrey qurbanîy xoy
le gomî sengerda dîwe.
lew řojewe hewrî ḧîley egirmênê
ke xoy be tofanî sedey,
mirdin bepêwe nasîwe.