terze

From the Book:
Zewî Sext û Asman Dûr
By:
Maruf Aghayi (1966-1998)
 1 minutes  1310 views
le mergesatî nêwan dû řûdawî le daykibûn û mirdinda,
jyan keprî jêr terzeyekî nawexte û
minîş newey bê agirî zerteştî pîr.
 
hîç kes nîye biřwa bika,
em meşẍełe bê agire serawejû hełwasrawe,
řojêk giřkanî agir û
em xołemêşe řeşpoşey
wa xerîke kifnî befir, ẍemnakane daydepoşê
řojêk sekoy semay kiçî awir buwe.
 
le tenyayî berberîn û bê biřanewey řoḧî xomda
detlêmewe,
hîç kes nîye xewnekanim biřwa bika û
min detirsêm ba û boran
şanazîy ser kêleqebrî pêşînyanman bisřinewe.