pênc xiştekî leser ẍezelî meḧwî

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 3 minutes  2031 views
nîsarî řêy kesê sed gewherî yekta nekem çibkem
be şemsê mangî dił piř şu’le û eḧla nekem çibkem
le qapî pîrî meyxane demê hana nekem çibkem
be nûrî bade keşfî zułmetî teqwa nekem çibkem
be şem’êkî weha çarî şewêkî wa nekem çibkem
seḧîfey xatirim tomarî alam û suweydaye
be bałam kîswetî ẍem wek xełatêkî serapaye
hezaran gencî xaney řencî hîcrî diłberim laye
le xezney diłmeda her çî heye, her daẍî sewdaye
desa em neqde derdî ’îşqî pê sewda nekem çibkem
be mestî şuhre nabî ta negeyte mestebey xemmar
meded bigre le ’îşwey çawekanî ḧezretî diłdar
xîlafî ’îşqe ’ucb û xoperistî û kîbir û ’eyb û ’ar
legeł destî mela řê nakewê zunnarî zułfî yar
wekû şêx îxtyarî mezhebî tersa nekem çibkem
derîẍa seylî ẍem neyhêşt le hestîm nûn û asarê
tebîbî derdî dił neybîst demê nałînî bîmarê
le pirşey xwênî min xoy la eda řendî cefakarê
leřêy ew şoxeda xom kird be xak pêy pya nenam carê
desa xakî hemû ’alem beser xoma nekem çibkem
zemanêke ke aşuftey nîgahit mest û medhoşe
’ezîzim řozgarêke ke xoşim la feramoşe
diła bê sûde danîştin le em sûç û le ew goşe
demêke şarî piř şorî muḧebbet mat û xamoşe
be qanûnî tecennun şořşê înşa nekem çibkem
diłim piř meynete şadîm ẍemî dûrî lepêy serye
wîsałim weswesey hîcre xeyałim ’îşqî to berye
fîday sayey humayêkim ke ’alem şêtî sêberye
le çawa nim nema bo girye, nobey secde ber derye
syasałim nebare, nwêjî îstisqa nekem çibkem
řefêqî hemdemim ahe şerabî ’îşretim dem’e
ẍułamî sûtin û tawanewem perwane û şem’e
le te’ney nakesan bîstin ’uqûlim qasralsem’Arabice
leser tom duşmine dinya, qezîyem man’ alcem’Arabice
ke terkî to nekem, terkî hemû dinya nekem çibkem
eya eşkî cefay canan be kuł carê leser řû be
eya bextî řeşim wek zułfekey piř pêç û warû be
diłî zarim! le kuncî sîneda bê deng û nustû be
becêmawim le yaran, nabecê mawim, ecel, zû be
be mirdin lem qusûrî jîne îsti’fa nekem çibkem
le mektûbî diłimda ẍeyrî derd û ẍem nîye metwî
le tegbîrî jyanmida cemałî diłbere menwî
be meylit fanîye tahîrPen name meken yaran xeyałî wî
ewa leyla be řojî ḧeşir eda wadey lîqa meḧwîPen name
heta qamî qyamet ah û waweyla nekem çibkem