sûtanî kiştî hoş û deka agirî tasekem

From the Book:
Hewargey Diɫan
By:
Seyyed Taher Hashemi (1915-1991)
 1 minutes  631 views
sûtanî kiştî hoş û deka agirî tasekem
fewtanî baẍî şewq û emel bay henasekem
bûyte řefîqî nakes û nawit lenêw nema
şukirî xuda ke berze be ẍem deng û basekem
meḧwe le defterî kerema we’dekey dirot
sebte le meḧzerî hîmemma qewle řasekem
ax bo çwarde sałe diłî piř le daxekem
bo lem zemane baweřekey bê esasekem
wam zanî ew řefîqe legeł min be şîfqete
nemzanî dujmine, cil û berg û kirasekem
wek mangekey hîlalî birot qametim xeme
kiştim direw eka be şeqa û tîje dasekem
’umirim geyşte axir û dewrim nekewte ber
bo dest û şîşekey emelim waqe kasekem
ta tom hebûy şehîrî cîhan bûm be ’aşiqî
tahîrPen name emêste ẍemzedekey kesnenasekem