hatinit

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  565 views
be beyanyan pepûleyt û
legeł giznigida dêy bo lam.
be nîweřwan pirjey awî û
legeł şemałda dêy bo lam
be êwaran guł henarî û
legeł řengî xorinşînda
egeyte lam
be şewanîş
heta wekû gizing dêtewe
estêreyt û
goranît û
dwa şî’irmî û
lenaw xewma ecrîwênî.