kerkûknameyek

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  397 views
eger bałdar bim.. yek bałim
eger beřû.. eger qełem
yan kiławkuřey şî’rîş bim
bêkławim
ger esp bim.. xawenî taqeyek çawim
eger «ba» bim bêgvem û
eger aw bim bêxuřem û
eger hengiwînî wişeyş bim
lenaw zarî azadîmda
tifit tifit û her bêtamim.
min kut û mit be bê kerkûk
mirovêkî kem endamim!