çwarde çira

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  647 views
:1.
çîrokî pyawê
ferş çinê
hetakû mird
ferşî çinî û gułî çinî.
bełam akam:
ne ferşêkî hebû bo xoy
ne kesêkîş
gułêkî xiste ser qebrî!
2.
swał
leber qapîy kitêbda min
hemû řojê
swałkerêkim
bo wişeyek û dwan û sê
swałkerêkim berderganey
em pirşingane bernadem
hejarêkim
xêrî řûnakî û bîrî nwê
heta mirdin
be min eşê!
3.
aramî
lewê zemîn zor arame.
lewê hewa zor arame.
lewê hetaw zor arame
lewê hewr zor arame
boye ne gił jan eygirê û
ne gewałe hewr ezê û
ne bestełek etwêtewe û
ne şî’rîş eteqêtewe!
4.
efserêkî asayî!
ke yekem estêrey wergirt
estêreyekî kuştibû.
ke bûn be dwan,
herdû destî bûn be petî sêdarekan
ke bûn be syan û be tac û berew jûrtir
beyanîyek
wextê mêjû le xew hesta
wiłat bûbû be wiłatî bêwejnan!
5.
behre
ey xwawendî behrey gewre!
to «bîthovin»êkî keř û
yek «distoyfiskî» fêdar û
«ebul’ela»yekî kwêrim
pê bibexşe û
îtir hemû behre saẍe nîwe naçił û giçkekan
bo dîwanî xot bibewe!.
6.
řwanîn
lew kelewe
cwanûyekî sipîy derkewt
le şax za yan
le befir û yan le kazîwe?
min nemzanî.
lew kelewe
hełoyekî sûr hełfiřî
le agir za yan le xwênî xorinşîn yan
le nîştimanî hełałe?
min nemzanî
lew kelewe
bałay nîwe sipî û nîwe erxewanîy
duktor «qasmilû» bederkewt
ewey zanîm:
ew le befir û
ew le xwên û
ew le şax za
ewey zanîm!.
7.
ewînit
le cyatî çawit dû gułî
be cirîwey řeşim bînî.
le cyatî bałat – pirşingê.
le cyatî demit –zineyek.
le cyatî qijit – giznigê
le cyatî dengit – çirpey aw.
le cyatî bonit – bonî xak
le cyatî řengit – xewnêkî
sewzim bînî
bełam le cyatî ewînit
min hîç şitêkim nebînî!.
8.
merc
le hełbijardinî yarda
şî’ir gwê nadate temen
’umrî «řambo»y hebê yaxud
’umrî «dantî»
şûy pê eka!
bełam bo xoy
şî’ir ew cwane jineye
yek mercî ezelîy heye û
zeman - zeman
her dûbarey ekatewe:
kame qełem
pîrî naka û
le bîr cwanîy nabatewe?!
9.
yaddaşt
katî yaddaşt nûsînewem
xerîke nizîk bêtewe
wextî gêřanewey xewn û pendekanim
katî xo bedestewedanî nehênî û
gişt gunahe cwanekanim.
katî yaddaşt nûsînewem xerîke nizîk bêtewe
ay xudaye! çend siteme
bo qełemê
berew dwa bigeřêtewe û
le berayîy berdemîşda
ewey mabê
řêgayekî temawî bê
berew mirdin!
10.
fiřoke
fiřokeke le asmanda xulî exward
le xeyałî mindałêkda
wekû yarî legeł «ba»da bika wa bû
wekû gałte legeł hewra bika wa bû
bełam-
fiřokeke yarîy nekird
ke danewî û hestayewe:
hebû - nebû
şarêk bû mird!
11.
kiras
ew teme sûre kirasî awdamane û
bo firoştin
be camxaney ew şaxewe hełwasrawe
tozêkî tir
balîsanê, sêwsênanê, wesananê
yekêkyan her peyda ebê
destî lerzok be gîrfanî birînî qułda bigêřê û
be dû hezar geła ax û -
yan to biłê:
be sê hezar kispey teř teř
kiras bikřê û
her lêreda û bedem řêwe bîkate ber!.
12.
elîzabît way wit
perdeyek heye lenêwan
min û toda
ne le berd dirust kirawe û
ne le xişt dirust kirawe û
ne le qumaş
ne le asin.
perdeyeke êcgar tenk
bełam ne be dest ebřidirê û
ne be paç û
ne be gulle
perdey nêwan dû aweze
ke sedan sał dûrin leyek!
13.
pêkenîn
gizing eyda le řûbarê
bestên witî: lem pêkenîne cwantirim
qet nedîwe.
zerde eyda le baxçeyek
melîş witî: lem pêkenîne cwantirim
qet nedîwe.
tirîfe day le befrî ser hełemûtê
şaxîş witî: lem pêkenîne cwantirim
qet nedîwe
ke şî’rîşim day le şewî
ew çawane
jyan witî:
le gişt pêkenînê cwantir
pêkenînî diłdarane!.
14.
nûr
ewende temaşay nûrim kird
çawanim nûr birdî
nûrî to çarşêw bû, perde bû
lemper bû
ney’ehêşt řoçim û
qułayîy nehênît bibînim
min êsta be řûkeş kwêrêkim
wa destim egîrê û
wekî tir
be çawî «bagînim»
le caran cwantir û çiřtir û
qułtirit ebînim!