maç

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  889 views
dû bałdar bûn
dû diłdar bûn
le asoyekî narincîy êwareda
bedem fiřînî ’eşqewe yekyan nasîy.
bo yekem maç
nizîktirîn wêstigey ewîn
taqe hewarî nîştinewe
dû dartelî kareba bû
beramber yek..
gimegmyan goranî bû bo yekem maç
gimegmyan hełqirçan bû bo yekem maç
beramber yek..
mil dirêj bû
le yektirî çûne pêşê
pêştir.. pêştir..
heta demyan geyşte yek
her ewende û
tezûy baznî karebayş hatewe yek
her ewende û ’aşiqanî bo maç tînû
bedem agirî maçewe
kewtine xwarê û
bûn be řejû!