lew şeweda

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  376 views
qet lew şewey
«eşkewtekey darî xile»
şî’irim tenyatir nebuwe.
qet lew şewe
řoḧim tarîktir nebuwe
qet lew şewe
mergim bêkestir nebuwe.
lew şeweda, kes. kes. kes. kes
kesim nebû.
le de pencey her dû destima
heştyan caş bûn
 
birom beser çawanmewe casus
qaçêkim ceyşî şe’bî bû.. qaçekey tirî egirtim
destêkim řefîq «ḧîzbî» bû,,
destekey tirî ekuştim.
qefî simêłim.. nesîr bû
şedem.. nesîr muteqedîm
gîrfanîşim.. musteşar bû
lew şeweda.. «ba»yiş be’sî bû
«berd» be’sî bû
baran be’sî û
befir be’sî û
dar û dewenîş be’sî bûn
ewey tenha lew şeweda û lew şwêneda
řeg û tirûske û şaguł û pêşmerge bûn
ḧewt xewnî sewzî jêr giłî
germênî gyanî ême bûn!