le gořistanêkda

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  386 views
le jûr serî gořekanda
yeke yeke momekanyan kujandewe
jinekanîş wekû pole peřesêlke
berew damên û řuwewşar şoř bûnewe.
êste gořistan xamoşe
be tenha momêk û daykêk
le nêwan dû berde kêłda
be yekewe esûtên û
pêkîşewe mawnetewe.
daykêk beheştîş natwanê
řoḧî şad kat.
daykêk namoy naw daykane û
ẍerîbî zamî xoyetî..
daykêk ezanê kuřekey
le naw tankêkda kujrawe
ke ejdîha û.. cehennemî
be’syanî legeł xoyda
bo em mełbende hênawe!!