le şewêkda

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  372 views
«ba»yek day le ser û qijim
ser û qijim, bûn be liq û popî darê.
dar henarê gułêkî xoy girte singim
singîşim bû be gułcařê.
kiçêk qumê maçî damê û
dû lêwim bûn be řûbarê.
ke mindałêkî řwandaNamed-Entityyiş, serî xoy û
memkî daykî û
destî bawkî
leřêy TVewe bo nardim
darim kwêr bû
gułcarekem koçî kird û
řûbarekem şînî kird û
min ew şewe hełbestêk bûm
ta beyanî tem daygirtim!