syane

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  575 views
zerya û sê kes
lew şepolane pestitir û tûřetirim
ke ser ekêşin be řoxî berdełanda
şew û sê kes
lew kursîyaneyş tenya tirim
ke kes naçê be layanda.
mêzêk, sê kes
lem berewe perdaxêkim serewnxun
lew berewe be cût yektirî noş eken
zerya û sê kes
şew û sê kes
řiqim le syane û sêgoşe û
sê řyan û
hemû jimare sêyeke!
«bê ewey mołet wergirim»
minî tak û minî zyade û
minî dûkeł
hestam řoyştim!