zemawendî dwa řoj

bo qadir dîlan
From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  402 views
małêk.
mosîqarêk.
buxçeyek note!.
řojêk dêt.. pîrêtî
destî merg egrêt û
eyhênî bojûrî xewtinî małeke.
ewsake mosîqar ebête
pepûle payzey ser awu
wek xewnî naw temî çinarê
le çawan win ebê!.
herweha řojêk dêt lêre na
le dûr dûr, wiłatî mosîqar
be pencey befir û ba
ke buxçey kirdewe
notekan wek pole estêrey bał girtû
leserî kêwan û
le gerûy mêjûda
wek şayî wişe û guł
dest eken be sema!