dû car

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  320 views
pełe hewrê da’ebezê û
pełe hewrê ser ekewê û
"sefîn: îstigey postî baranî řewende û
mozexaney gijugyaye û
namexaney mangeşewe û
arşîfî berdew, penagey ’aşiqanî befru baye.
pełe hewrê da’ebezê û
pełe hewrê ser ekewê û
minîş serim: bałonî xem, gomî hetaw
zengî destî daristan û
defterî bûmelerzeye û
çemî hestaw
lelay minîş:
wişeyekim heł’efřêt û
wişeyekim heł’ekuřmê û
lem beyneda, min diłnyam, emşew şî’irim
dûcar ezê
carêk legeł pełe hewrî ser «sefîn»da û
carêkî dî
ke xom tenya emênmewe û
«sefîn» enwê!