temaşa

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  504 views
maweyeke min xom fêrî
zimanî zeryakan ekem
heta řojnamey şepol û
govarî tem bixiwênmewe û
le giftugoy: nêwan haje û
kenar bigem!.
maweyeke min xom fêrî
notekanî baran ekem
ta gîtarî ba bijenim û
pyanoy řêjne lêdem û
le konsêrtî cogekan û
le kořałî řûbar bigem!.
maweyeke min xom fêrî
meley naw bêdengî ekem
heta gêjenî pirsyarim qûł bêtewe û
biçme jêr wişekanewe û
destibem le binî nehênî û
le guman û
le mirdin û
le xwa bigem.
maweyeke min xom fêrî
hełgeřan ekem beşewda
heta çawî naw metirsîm tîj bêtewe û
biçme ser dundî tenyayî û
lewberzewe
seyrî cîhanî xem bikem.