berd

From the Book:
Mêrgî Zam Mêrgî Hetaw
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  1003 views
leser tewqe serî ezmiř
wextê zerde.
lew asteda ke şar wekû baxî narinc
yan estêrkî kełe pişko, der’ekewê!.
lew asteda berdêk heye
wekû mêjûm taq û tenya.
wek mezarî (necim aldîn)y keştîyekey nûḧ
taq û tenya.
berdê cê pencey ḧezretî nalî û sîmay ewî leser
nexşe
berdê wekû cestey şî’rî (fayeq bêkes)
hemûy řê řê.
berdê tenha çend mangêke
dwa tełzimî kostêkî nwê
le destekanî botewe û
êste merg û êste şew û êste xwênî
leser eřwê.
berdê, berdê ke bînîtan la’eden û
dewrî egirin
yeke yeke yan be komeł eçne serî û
bo yadgar legeł şax û legeł hewr û
legeł xem û legeł yekda
wêne egirin!..
berdê..berdê
azîzîne! xom gořîwe xo dernaxem
min leser dem pał kewtûm û
serim dêşê û piştim dêşê û
dengîş nakem
ew berde
minim
min!