tabloy nohem

From the Book:
Kawey Asinger
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 21 minutes  1278 views
«cêga koşkî ejdehake û jûrî şahaney, kat demew êware, ejdehak xoy û lolo û xeznedar û hemû dest û pêwendekanî û pasewanekanî ko bûnetewe, şiłejawin û şipirzen, deng û heray xiroşaw û řapeřîwî mîllet ebîsin, lew pencereyewe ke beser řûkarî dereweda eřwanê, ejdehak temaşa ekat û piştî le danîştuwane, wezîr û dest û peywendîş le şipirzeyîda her be yeka dên.»
ejdehak:
«le dway werçerxanewe û maweyek be pele hatuçokirdin»
gagel birsîn, gagel zorin
ser be qoçî tûře û morin
gagel mil le çeqo esûn!
agirî ecel hełîgirtûn:
wa berew koşkî min hatûn
- pişûyek -
dengî segel, bezim û řezmî
ahengî emşewî koşkî
lê şêwandim!
ta xeyałî mest bûnîşî
lê terandim!
«pasewanêk dête jûrewe û enûştêtewe»
pasewan:
gewrem mijde!
ewa lakî deyan řûte
le naw çeqî řêda kewtûn
xiłtanî xwênî xoyan bûn
ejdehak:
«be tûřeyîyewe»
deyan, deyan, biłê sedan
yan hezaran
seg řanagirim bo qurûskan!
«pasewaneke eçête derewe»
«paş tozê bîrkirdinewe»
- pişûyek -
bełam hezarîş bełaye
hendê naxoşî le dwaye
«řû ekate hemûyan»
ezanin bo?!
«řû ekate lolo»
to pêm biłê, to ... to … lolo!
lolo:
«be şiłejawîyewe»
gewrem çunke, çunke «oto»
eyanbexşê be textî to!
ejdehak:
«be gałte pê kirdinewe»
be ’eqłî to!
«pişûyek le ser qisekirdin eřwat»
ey to çî ełêyt xeznedar
boçî be bełay bizanim lakî hezar?!
xeznedar:
«be şiłejawîyewe»
çunke, çunke bezeyîy şa
ecûłê bo derd û siza!
ejdehak:
ne û, ne û, hemû ebziřkênin
hemû qise edořênin!
«pişûyek û dway qeyrê hatuçokirdin řû ekate hemûyan»
ezanin bo?
lakî hezaranim nawê!
çunke sibey ke řoj hełhat
dinya tozê germ dahat
bogen eken!
der û nawî koşkî cwanim!
lew bone pîse piř eken
- serdarî koşk bêser eken -
- pişûyek -
ezanin min çonim ewê!
min wam ewê:
kem bikujrê
bełam paşmawe destibeste!
gişt bigîrê
ledwayîda komeł, komeł!
bo naw derya fiřêyan den
be xorakî masîyan ken!
min wam ewê
lolo:
paşay gewre çi xwastî bê
xwa û firîşteş ewey ewê!!
xeznedar:
fermayşte, qisey becê,
pîlanî řast her wa ebê?
- pişûyek -
ejdehak:
adey êsta!
a bizanin gagel hêşta!
qoç lê eden!
yan mandûbûn û birsêtîy
kołî şiksitî pê dawin!
«dû pasewan be pele eçne derewe bo taqîbkirdin»
«le dway pişûyek, ejdehak leser qisekirdin eřwat»
koyle, koyle, kê bîstûyetî
kê dîwêtî heta emřo!
zimanî qisey bête go!
koyle, koyle kê bîstuwêtî!:
serbest biřwa
serbest bixiwa
koyle dîle, koyle bende
koyle takû mirdin ’ebde!
«dû pasewaneke dêne jûrewe û enûştênewe»
yekemyan:
gewrem řeşuřûtî, birsî
wek gełay dar lê kujrawin
bełam ewaney ke mawin
beser laka, lakî yeka
hengaw enên dêne pêşê!
duwemyan:
gewrem zorin, bêşumarin
wek şêt harî pelamarin
sił nakenewe le mirdin!
ejdehak:
«be tûřeyîyewe»
madam waye pêyan biłê
ta lafawî xwên heł’esê
heta bekomeł ẍerq ebin
ba bikujin, her bikujin!
destineparêz, dest hełnegirin
wek dirwêne, dirwêne ken
dał birsêtî, çaweřwanî
lakî koyley mirdû eken
«pasewanekan eçne derewe»
- pişûyek -
ejdehak eçêtewe lay ew pencereyey beser řûkarî dereweda eřwanêt paş qeyrê temaşakirdin ełêt:
jyan pend, pend wer’egirim
pend le řojanî řabirdû
biłên çî kem?!
bo em care bo dahatû
ziman hemûy esûtênim
lałim ewê!
jyanyan řîşekêş ekem!
biłên: çî kem?
wek wiłax eyanxesênim
pyawim nawê!
dîlim ewê
dîlim ewê!
lolo:
gewrem her to diłteng mebe
çît bwê ême wa ekeyn
bo em care kes dernakeyn!
heta dwa yek řiswa nekeyn
xeznedar:
her tenya şa derbest nebê
çon biłê ême wa ekeyn
- pişûyek -
«lepaş kemê hatuçokirdin be tûřeyîyewe ejdehak wer’egeřêtewe û ełêt»:
ejdehak:
çîm bo eken, çîm pê ełên
qisey zilî jûrî germ
diroy zeqî nebûy bełên
koşkim pyawî wek êwey bû,
boye ’ebid hatne serim!
- pişûyek -
ke empirsî çone hewał?
hewr bwaye, tofan bwaye
le mintan ekird be samał!
destî «waye»!
be řoj hefte û mang û sał
le ser singitan řawesta bû
hemû şitê her tewaw bû!
lolo:
gewrem herçend serzeniştî
êwey serdar wekû berd bê
lay min gułêke têm’egrî
berzîm zyatir pê ebexşê
xeznedar:
twanc û serzeniştî şa
çawî hoşman ekatewe!
řûman zyatir sipî eka!
lolo:
paşay payedar bizanê
le komełî řeşuřûta
lenaw dinyay řûtuqûta!
gelê wîjdanman kiřîwe!
be nihênî zor pwazî
nakokîman dataşîwe!
ejdehak:
başe, encam?
min encamim ewê encam?
lolo:
kirmî pwaz, ke darî xward
le nawewe pûtî eka!
be çaw ełêy qet nakewê
ke xoy nwand
bełam lepiř katê bînît
belada hat!
xeznedar:
katê belada hat, emrê
îtir encamî serkewtin!
dawên le textî şa eswê!
ejdehak:
«eçêtewe lay pencereke û gwê heł’exat û egeřêtewe ełêt:»
wişey serbestîm dête gwê
serbestî bo jyanî kê?!
bo ewaney xom kiřîwmin?
her be dîlî bûn û dîwmin?
bo koyle? yan bo sepan?
- pişûyek -
«ew pasewaney lewewber çuwe derewe, be pele dête jûrewe û enûştêtewe û ełêt»:
pasewan:
gewrem wekû şestebaran
tîr ebarê bo ser serî
bo ser diłî gunahkaran!
bełam gewrem deryay agir
ta bê şepolî gewretir
eka be gij koşkî berza
lem kateşa hewałêkîş
hat û be ser gilêney
çawî hemûmana çiza!
ejdehak:
ey çaw kundepepû, dyare
ew hewałey ke be to bê
zirîkey êş û azare
bełam bîłê!
pasewan:
be zamewe
zamî xwênî leber eřwa
gotoy serkirde hatewe
bełam hîwa
le çawya kujawetewe!
ejdehak:
çon ebê çon? kwa le kwêye?
ewey hembê her gotoye
her gotoye, her gotoye!
pasewan:
leber destî ḧekîmana
lebeynî man û nemana
laşey xwênawî kewtuwe!
leş bê cûłe, çaw nûstuwe!
epařêynewe le «oto»
hełsêtewe serpê goto
lolo:
hewałêke, bokuřûzî
cergî hełqirçawî hanî
hewałêke, gełařêzî
beharî tasawî hanî
xeznedar:
hewałî, jakawî hanî
temî berî çawî hanî
epařêynewe le «oto»
le «anana», «înkî», «namo»
hełsêtewe, çak bêtewe
serkirdey pałewan, goto
ejdehak:
«be taseyekî bekuł û piř le nasorewe»
karî pêçewaney jyan
destûrî awejûy dinya!
wa esûřê jan le dway jan
le nawexta hemûy yekxa
řêkewt, bext, çî pê ełên,
naw lê enên!
katê hatin bo naxoşî,
yaxud xoşî bekomeł dên!
lolo:
paşay gewre be dway jana
janî kiřêwey zistana!
gułî behar le dayk ebê
le baxçey koşkî şahana!
ejdehak:
«řû ekate ew pasewaney hewałî birîndarkirdinî gotoy hênawe»
biřo hewałim bo bêne
sorax zû zû be encam de!
ta bizanim goto çone?
«xerîke biřwate derewe bangî ekatewe»
řaspêre ba lasîrab
le berdemma amade bê
her êste bê
dwa nekewê
pasewan:
bełê gewrem her êste dê!
«eçête derewe»
ejdehak:
«le dway maweyek bêdengî û hatuçokirdin û bîrkirdinewe ełêt»:
derbederî, dałde nebûn
zoran legeł merga egrê
kewate êste fereydûn
wek seg be koşkim eweřê
serçopîkêşî naw gagel!
ebê ew bê!
merg hênayewe êre!
ba bexêr bê!
lolo:
gewrem kê nałê a êsta
le xwênî xoyda nagewzê
le meydanî ber koşkita
xeznedar:
wekû çeqełî tirsinok
bo mirîşkî naw awayî
çon be dize dête ser çok
be fêł fêre!
wayş fereydûn be nihênî
merg hênayewe êre
ejdehak:
ewa řojêk ne û hefteyek
be birsêtî wa manewe,
bergeyan girt, ey dway ewe?
ebê çî biken? bo kwê eřon?
ebê lakî yektir bixon
ey dway ewe? ebê bimirin
ya eweta koyle bin
wekû caran heta mirdin!
kiřnûş birdin!
««lasîrab»y cařçî koşk dête jûrewe û enûştêtewe»
lasîrab:
paşay gewre ewa hatûm
leber textî bizurgitana!
kiřnûş birdûm!
serim wa le pênawtana!
ejdehak:
deng zil, lasîrabî cařçî
baş bû hatî
ezanî çî?
lasîrab:
fermû, qurban herçî biłêy
jyanîşmî exeme řêy!
ejdehak:
a, kewate gwêm lê bigre
zor le caran wiryatir be
xot ezanî hendê birsî
emşew tozê diłyan girtûm
çaktir waye cařê bidey
ke qeynaka lêyan bûrdûm
ta biławeyan pê bikey
xot ezanî
zewîy têr bû, xwên naçêjê
pêyan biłê ba leme zyatir neřêjrê!
lolo:
qisey şay gewre pesende.
xeznedar:
gewher û yaqûtî pende.
lasîrab:
«be tirsewe»
bełam gewrem paşay mezin
birsîy zorin!
yek dû hezar zyatir ebin
gwêm lê nagirin
ba dengîşim giř û zil bê
le çawyanda
wekû fûyek waye tenya
bîkey benaw řeşebada!
ejdehak:
«be tûřeyîyewe le lasîrab eçête pêşewe»
wa dyare ber lewey biçît
zor ḧez ekeyt lêre bimrît!
lasîrab:
«be tirsewe»
bełê gewrem, ewa eřom
peşîmanim ewa eřom
«be şiłejawîyyewe eçête derewe»
ejdehak:
«dway kemê hatuçokirdin»
her katê tewqî ’ebid şika
pêyan le pêwend tiraza
kewtine ewey şîr hełkêşin
manay waye zeng lê dira
zengê pêm ełê: ejdehak
wirya berewe, řaçłeke!
destî zebruzeng şil meke!
henaseyek le dest mede
text û bextit biparêze!
xwên biřêje
egîna encam siteme!
zor siteme, zor siteme!
lolo:
bełam gewrem, qełat sexte
kê etwanê bigate em
tac û texte!?
kê etwanê diř be şûrey
koşkî berz û berdîn bidat?
kê etwanê? kê şeř legeł
sêberî xwakana ekat?
xeznedar:
heta emřo jîn wa ełê:
tac nanewê, şa nakewê
ejdehak:
eme řaste, ebê wa bê!
bełam her katê destî dîl
geyşte řim, geyşte tîr
manay waye: zeng lê dira
- pişûyek -
«pasewanêk be pele û şiłejaw dête jûrewe»
gewrem wa lafawî hestaw
lafawî xełkî xiroşaw!
şûray yekemînî řada!
le cêy xoy tilîsayewe!
herçend kira
tewjimî řiq berbest nekira!
ejdehak:
«be şipirzeyîyewe řû ekate hemûyan»
min pêm witin, zeng lê dira
firya kewn min pêm witin
lolo:
«řû ekate pasewaneke»
êwe cêtan qełay sexte
sengerî şeřtan qayme!
êwey piřçek û tîr û poşte
çon ebezin? çon ehêłn!
koyle şûrey berzî koşk!
dagîr ken û biřûxênin.
xeznedar:
yan eweta êweş legeł
koyleda dest têkełn
yan eweta tirsinokin
sengeryan bo becê dêłn!
ejdehak:
ebê wa bê, dest têkełn
em qiseye eselmênim
le jêrewe hebê û nebê
dest têkełn
em qiseye eselmênim!
pasewan:
gewrekanim, nimekî şa
kwêrman eka, gocman eka!
ger bêt û piştî lê hełkeyn
legeł ’ebda dest têkeł keyn
bełam, bełam gewrekanim
şitêk heye destî bestûyn
çawî girtûyn
ême cêman qełayeke
sext û kunbiř
ême…
ejdehak:
«qisekanî pê ebřêt»
ey çon îtir
to pêm ełêy berbest nakirê!
ey çon îtir?!
pasewan:
gewrekanim, şitêk heye
têynegeştûm, nawî çîye?
cadûy gyanî nehênîye?
yaxud çawî telîsmawîy
firîştekanî asmane!
yan hêzî destî xwakane
lenaw derûnî ewana!
dêt û eçê
tînî agiryan edatê
hêzî biřwayan edatê
tirsî mirdinyan der’eka!
şeřyan legełda pê eka!
gewrekanim, şitêk heye
le çawyana tîşk ehawê!
le gyanyana giřêk heye
estêrey piřîşk ehawê!
gewrekanim: ew piřîşke
giř û tîşke!
le çawî êmeda nîye
le gyanî êmeda nîye.
ejdehak:
em qisane bo min meke
eme řêy xo tefredane
qisey pyawî tirsinoke!
«lepaş maweyek hatuçokirdin û bîrkirdinewe řûyan tê eka»
bîhênne berçawî xotan:
maweyek bê dûrudrêj
şêr birsî bê
pilê goşt çîye neydîbê!
çawî sûrî le tawana
derpeřîw bê, aram negrê
qepał le şîşî asnî
qefez bigrê
bîhênne ber çawî xotan
lew şêrane berbine naw
komełî řûtey xiroşaw
ebê çî biken?
ebê laşe çon encin ken!?
çon bîpçiřn, çonî wird ken?
bîhênne ber çawî xotan!
lolo:
dîmenêke muçuřkey tirs
dênê be sertapay leşa
dîmenêke le xewîşa
mayey zenneqçûnî ’ebde!
paşay gewrem
em bîre, bîrêkî wirde
helî çake, dawa ekem
şêrî birsî, êsta berde!
xeznedar:
her şêrî birsî ezanê
çon koyle û ’ebid bixiwa!
her şaławî ew etwanê
diř be dujminanî koşk bida!
helî çake, ba xwanî wa
pêşkeşî şêrî birsî bê
ba têr bixiwa!
ejdehak:
«řû ekate pasewaneke»
kewate to biřo êsta
çaweřwan be ta «lasîrab»
cař bo temêy dwayî eda
eger hat û, le dway eweş
ew qisane dadî neda!
ewsa îtir řameweste
bîkenewe dergay asin!
ba şêrî birsîy derpeřn!
şaław berin leş encin ken
êsk û pirûsk têk bişkênin
dwayî bem jaweye bênin!
pasewan:
bełê gewrem fermayîştitan
leser serman!
«eřwate derewe»
ejdehak:
«dway hatuçokirdin û bîrkirdinewe řû ekate lolo û xeznedar»
zerdewałe ke wirûjan
be dest yek yek çizû nakirên
bot nagîrên
bełam ke şa piłîtey sûtan
xiraye naw kunî şaryan
îtir tewaw da’emirkên!
- pişûyek -
cûtyar, asniger, aşewan
zimanyan girt, bûn be însan!
le min hestan?!
«ew pasewaney lewewber hewałî birîndar bûnî gotoy hêna bû dête jûrewe, be şipirzeyîyewe ełêt»:
pasewan:
gewrem, paşa, kostî nawext
kostî cigerbiřman wa kewt!
zam xwênî negîrsayewe
dwa tiruskey çawî goto
betewawî kujayewe!
«dway qeyrê řawestan enûştêtewe û eçête derê»
ejdehak:
«ledway ḧepesan, be na’umêdîyewe ełêt»
gotom! gotoy serkirdem mird?!
parêzerî tacekem mird?
gotom, gotom, gotom çon mird?
lolo:
kostêke zil, řojêke şûm
hewałêke giřey dozex
eda le řûm
encamêke ke desełat
natwanê qisey tya bikat!
xeznedar:
bo em hewałî nasore
wekû giřî daristanê
çon bisûtê
xemî gyanim a bew core
kiłpe eka wa esûtê!
ejdehak:
hetakû goto zîndû bû
mirdin le koşkî min dûr bû
bełam êsta ke gotom mird!
tarmayîy tirs peyda bû
řûy şarawey aşkira bû
hest be bûnî deng û řengî
cûłe û bizûtnewey ekem
- pişûyek -
bełam bwarî tirs nadem
bête pêşê, min ebê dest
destî tê sirewandin pêş xem!
lolo:
ejdehakî gewre ebê
beser mirdina serkewê!
xeznedar:
jîn heta êsta wa ełê
şa nakewê, tac nakewê!
ejdehak:
«ledway ewey dengî neřey şêrî birsîy beřeła bû be aşkira ebîsêt:»
adey, adey, ba şaławî
çingî řiqtan piř azar bê
adey, adey, ba xwênawî
koylekan be řûbar bê
adey, adey, ba kełbetan
kełbey le ełmas tîjtirtan!
kełbey naw demî birsîtan
êsk û pirûsk wek xoł wird ka!
adey, adey, ba kełbetan
wek kîney ejdehak wa bê
adey, adey, adey, adey!
- pişûyek -
lolo:
gewrem herçend emşew azar
bû be girêy diłî hezar
bełam çaweřêyn berbeyan
mijde bênê wekû behar
biłê: serkewt ejdehakî
paşay cîhan
xeznedar:
çaweřwanîn ta xor hełdê
ta em şewe kotayîy dê
ejdehak:
çaweřwanî, êşk girtin
key encamin! bo birînî
azarî şew sařêjkirdin
çaweřwanî, çaweřwanî
kotayî be kam şew hanî
- pişûyek -
«pasewanêk be şełejawî dête jûrewe»
pasewan:
gewrem dozexî daxraw
dozexî xełkî xiroşaw
qyametî dił piř le qîn
ne şûrey berd bergey egrê
ne qełay derga asnîn
ejdehak:
ey şêrî diř, şêrî birsî
qulapî çingî damałîn
kełbey jehrîn?
pasewan:
dadyan neda, her zû bezîn!
lolo:
ey êwe çîn?
pasewan:
gewrekanim bêhude bû
herçî řencê ême daman
çarî nebû
berbest nekiran!
ejdehak:
geyştine kwê? encam çî bû?
pasewan:
şûre ledway şûre řima
qulley qeła dagîr kira!
zîndan řûxa
bendî gîraw, serbest kira!
gewrekanim her bekomeł
lêyan exeyn! lê ekujîn
bełam wekû awî kanî
le hemû biste erzêka
heł’equłên!
şitêk nîye çaryan bikat
biřwayan wekû hewrazî
piley sextî kêwî berzî
wiłat waye! dagîr nakirê!
tîşkî çawyan! wekû tîşkî
xor waye be dest nagîrê
- pişûyek -
haka şepolî tirsinak
geyşte jûrî ejdehak
gewrem, encam: nûtek, tare
ser derkeyn mał bê pirsyare?
«eçête derewe»
ejdehak:
min řanakem ta şîrekem
lepêş mirdina maç nekem!
kwa şîrekem?
«pasewanêk şîrekey bo ehênê»
lolo:
ba ber lewey destî birsî
bimangatê xo derbaz keyn
xozgey naḧez neyete dî
serî paşa serfiraz keyn?
çunke gewrem manewey wa
berew şewezengiman eba
legeł merga çon şeř ekirê
dest çon pişkoy agir egrê?
xeznedar:
gewrem, paşa xo derkirdin
wata bo ême serkewtin.
ejdehak:
«be tews û pêkenînewe»
katê hêzim le desta bê
min çî biłêm, hemû şitê
ełê ebê, ebê wa bê
heta siruşt, asman, derya
piřşingî xor, lûtkey çya
kiřnûş eben
ser şoř eken
leber demma, leber pêma!
- pişûyek -
bełam katê ke desełat
kewte ser řêy hatunehat
řêkewt kewte pişt hełkirdin
hemû şit piştim tê ekat
heta êweş, heta êweş
řûy nokerîy wer’egêřn
řêm lê egirin!
- pişûyek -
bełam her wa be asanîy
řêgey metirsîy dernaken
çon eyełim peşîmanî
be pence gestinê derxen
çon eyełim dway mirdinim
bijîn wekû carî caran
bo nuşustî û jêrkewtinim
her min biken be nawnîşan
çon eyełim ke çiřnûkî
êwey bêwefay pişîle!
pêstî şahanem dařnê
çon eyełim diłî sipłe
dway mirdinim pêbkenê
- pişûyek -
wek jin xizawnete pał min
şaysten bo etkikirdin
etanewê be qisey zil
tirsinokîy arayşit ken
řêge nadem, çon eyełim
be asanî wa pişt hełken
- pişûyek -
«serbazêkî leş xwênawî be şipirzeyîyewe xoy eka be jûra»
pasewan:
umêd nema, wa qeła û koşk
bo yaxîbû hatne ser çok
ew şwêney řûnakîy tyaye
tenya her jûrî paşaye
dagîrsênî em agire
serkirdey em řêy bełaye
gewrem, kawey asnigere
«eçête derewe»
ejdehak:
«řû ekate lolo û xeznedar»
dest be zaxakirdin waye
tefre û mil şikandin waye
witim kawe weçey şeře
ser peřandin bew řewaye
wityan: eme peley tyaye!
destitan biřîm, kwêrtan kirdim
be řêy mirdintana birdim
êsteş etanewê řaken
diłnya bin qet řa naken
«ejdehak şîrekey heł’ekêşê û bedem em qisaney xwarewe lolo û xeznedar ekujêt»
ba bîçêjin ew jarawey
xotan kirditane kasewe
ba kivey bê ew xwênawey
xotan lêtan exwardewe!
«herdûkyan ekewn û emirin»
«dway lêdanî mosîqayekî taybetî û pişûyek ke maweyek exayenêt, ejdehak leber xoyewe:»
ejdehak:
tenyam, tenyam, mamewe xom
ey xom ebê bo kwê biřom?
řêy şewî merg tirsinake
hemû şitê her dujminî
ejdehake!
çawim lêye; çem, çya, herd
çawim lêye ta daruberd
ta tacekem, ta textekem
ta kelupelî jûrekem!
minyan nawê, lêm bêzarin
bo mirdinim çawenwařn.
- pişûyek -
kwa diłopê firmêsk řiştin
kwa axêkî germ naştin!
kwa bezeyîy ser řuxsarê
kwa tikaye? kwa hawarê?
kwanê ew destaney ełên
bo tengane dirêj ekirên
nayanbînim, hemû win bûn
hemû wek emane mirdin
«mebestî lolo û xeznedare»
- pişûyek -
«lem kateda û legeł berizbûnewey dengî xiroşawî mîlletda kawey asniger xoy ekat be jûra û piř be deng ełêt»:
kawe:
załim, wa şew barî newî
wa řûnakîy dinyay piř kird
wa karwanî azadîy kurd
be beharî hîway geyî
załim, to bo kwê der’eçî?
ejdehak:
«řû ekate herdû pasewaneke»
encin, encin, letletî ken
wek segî xwêřî petî ken!
«kawe legeł herdû pasewanekeda ekewête şeřewe û bedem şeřkirdinewe»:
kawe:
bo kê jyan? bo kê emirin?
bo kê řê be mîllet egirin?
ey dîlekanî tarîkî?
kwêreřêga
encam bo hełdêrtan eba!
«le encamî şeřda kawe herdû pasewaneke ekujêt û le ejdehak eçête pêşewe û ełêt»:
kawe:
her řûbeřûy sił nekirdin
şîrî tołe heł’ekêşîn
le piştewe destî kuştin
wek tirsinok naweşênîn!
ejdehak:
kêye bitwanê ejdehak
le naw berê yan bîkujê
kê zat eka, kê ewêrê
řêy lê bigrê?!
kawe:
minim ew kesey ejdehak
marî naw derûnî napak
lenaw eba
minim xwênî eřjênim
minim mêşkî epjênim!
«dest eken be şeř, kawe be dem şeřewe le ser qisekirdin eřwat»:
ey canewer
ey tarmayîy ehremenî
tarîkî û şeř
dałdet nîye, çon der’eçî?
bo kwê eçî?
çwar dewrî qełat agire
mebzûrewe dest hełbiře!
ejdehak:
ejdehak û deshełbiřîn
eger asman, eger zemîn
le yek biden min nabînin
destibeste bim
kiřnûş bo ’ebdî xom berim
«ekewne şeřêkî sextewe, çend carêk kawe ekewête metirsîy lenawçûnewe, ta le’encamda ejdehak mandiwêtîy tengî pê heł’eçnê û ewsa kawe be çekuşekey ke her le seretawe be destî çep hełîgirtuwe, heł’ekutête ser ejdehak û mêşkî epjênê, lem kateda gurdoy kuřî be piřtaw dêt û baweş ekat be kawey bawkya, dway maweyek înca piştiko, karda, madya, kardox, zêmrî, zamawa yek ledway yek dêne jûrewe û kawe lenaweřastyana be dengêkî zułałewe ełêt»:
kawe:
be laşey kurdî qurbanî
be xorî bîr wa zistanî
teng û tarman kird be behar
be xwênî dił, be areqî
çewsanewey êş û azar
xoman le dest şew řapsikan
kewtîne řê!
tewqî dîlêtîman pisan
hełmetman bird!
be bazûy qałî têkoşan:
piştî tawan,
piştî ejdehakman şikan
ba em řoje cejnî gel bê
cejnî jyan
cejnî kurde çewsawekan
ba agirî em newroze
leser lûtkey berzî wiłat
hetahetaye bisûtê
biłêsekey hawar bikat:
biłê: newey ademîzad
kurd bû yekem řapeřînî
şořşî sûr berpa bikat
kotayî