tabloy pêncem

From the Book:
Kawey Asinger
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 6 minutes  826 views
«cêga jûrî řazawey şahaney ejdehake, leser textekey danîştuwe, gelê cor mîwe û babetî xwardemenîy cyawazî le berdema danrawe»
ejdehak:
betenya leber xoyewe
em dinyaye wek kenîzek
leber pêma řakşawe!
em zemîne panupořey!
le berdemma řaxrawe!
em hemû merdume zorey
wek mêrûle
leber çawim dên û eçin
heta emirin
dest leser singî kiřnûşî
bom ewestin!
ełêm em jyane hemûy
wa ezanim
her bo xom dirust kirawe!
bo min, tenya bo min danrawe
- pişûyek -
ełên beheştî estêre
qeşengitre le hîy êre
biřwa nakem!
ełên çît wîst lewê heye!
çît dawa kird!
le berdemta amadeye!
wekû ełên:
ewe beheştî ewêye!
eger waş bê înca çîye!
seyr nîye!
lêreş heye, lay min heye
ełêy xwardin le ber kirdin!
ewe hezar core çeşin
ełêy afret bo řabwardin
hełbijêre!
neşmîle bêt, yan kełeget
cirpin bê, yan hêmin, bêdeng
sûr û sipî, yan genmiřeng
hełbijêre!
biřwa nakem beheştî
dûrî estêre
bigate beheştî êre!
biřwa nakem!
- pişûyek -
şerab, sema, kanîy ałtûn
her lêre hen, her lêreş bûn
- pişûyek -
«le dway qeyrê bîrkirdinewe û dest be desta dan»
bełam, bełam em mirdine
têkî dawe
em mirdine êskiqurse
tarmayî her leber çawe
betenya ew le berdemma
řep westawe
her tenya ew: daway bûrdin
le min naka
her tenya ew kiřnûş naba
- pişûyek -
«zortir bîr ekatewe û zyatir eşłejêt»
mirdin, mirdin, wate çawim
enûqê û îtir nabînê
řûnakî îtir nabînê
kes nabînê, řeng nabînê
jinî şoxuşeng nabînê
hîç nabînê!
hemû şitê tarîk ebê
tarîk wek şewezeng ebê!
hîç nabînê, hîç nabînê
- pişûyek -
diłim le lêdan ekewê
gwêm kip ebê, hîç nabîsim
ne qisey xoş, ne soz û saz
ne goranîy kiçî dengixoş
ne dengubas!
ne xuřey aw, ne xwêndinî
bałindey çya û daristan
ne pêkenînî şoxî cwan
hîç nabîsim, hîç nabîsim
katê mirdim
ełêm eger hat û mirdim!
řûteyek yan
hejarêkî. pîs û çiłkin
hełmi’egrê
wek peřoyek
fiřêm eden
înca, înca
xoł beser laşema eken!
paş çend řojê
mar le gerdinim ehałê
wird, wird emxon!
- pişûyek -
siteme çon em encame?
hezar sałîş temenim bê
hêşta keme
em encame zor siteme
zor siteme!
- pişûyek -
«legeł qaqay pêkenînda»
bełam boçî ebê bimirim
be hêz be zor
mirdin egirim!
le zîndana tungî ekem
min çon emirim!
nexoş emrê
hejar emrê
lawaz û derdedar emrê
birsîy emrê
bêderetan, bêkes emrê
min çon emirim
- pişûyek -
«mosîqayekî tirsêner lê edrê û tarmayîy mirdin dête jûrewe, lepaş ewey ejdehak çawî pêy ekewê eşłejê û leber xoyewe»:
řastî nîye, xew ebînim
ba řojîş bê
le tarmayî şew ebînim
ba řastîş bê
ejdehak le çî tirsawe!
kê le berya nelerzawe!
em canewere «nîtî»ye
pasewanî meynetîye
ba ewîş bê!
ejdehak le kê tirsawe!
«deng heł’ebřê, dest bo tarmarîyyeke dirêj ekat»
kêye? kêye?
bo ejdehak kiřnûş naba
wa bêderbest řawestawe?!
kêye? kêye?
tarmayîy mirdin:
dostim, dostim
hanê destim
«dest bo ejdehak dirêj ekat»
ejdehak:
dest bo yekê dirêj nakem
ta neynasim
ta têynegem!
tarmayîy mirdin:
çak emnasî
min nenasî!
kê enasî?
ejdehak:
tom nedîwe!
tarmayîy mirdin:
le jyana, le dinyada
kê betenya
kiřnûş bo ejdehak naba
le berdemya nelerzîwe
min ew kesem!
min encam û çarenûsim!
her embînî
ejdehak:
witit dostim!
tarmayîy mirdin:
dostîşim û xoşewîstim!
ejdehak:
«anlîl» le xewa pêy witûm
ewey bo to kiřnûş naba
têygeyştûm!
her mirdine
to mirdinî?!
bełam, bizane ejdehak
natirsênî
tarmayîy mirdin:
min mîwanî dostî xomim
diłgîr nabim!
her serê to serî’ebřî
be dyarî bomî enêrî
her awatê to eykujî
her beharê to eynêjî
her xwênê taze bîřêjî
xwastî mine
řagirtinî diłî mine!
ejdehak:
têgeyştim boçî dostî
le kiřnûşa bom nawestî!
bełam natwanî zimanî
min bibestî!
le gwê bixey!
to mirdinî! nawit heye!
bełam deng û řengit nîye!
wek min jyanit tya nîye!
tarmayîy mirdin:
legeł toda
şeřkirdin lay min nengîye!
min mîwanî dostî xomim
ejdehak:
witit encam çarenûsim
bo minîşe
ger dostitim?!
tarmayîy mirdin:
ademîzad le dayk ebê
wirde wirde bo gewre bûn
hengaw enê!
dête kořî jyanewe
erk ekêşê!
areq û řenc û teqelay
zor eřêjê
çaw ebřête berzîy hîwa
dest ekutê
qaç ekutê
şan ekutê
dêt û eçê
bebê sirewtin, eřetê!
bo nan, bo minał, bo jyan
ekewête germewkêşe
bo temenê
kemî xoşe, zorî êşe!
le encama dê bo lay min
minî mirdin!
ejdehak:
çarenûsî minîş waye!
yaxud cyaye?
tarmayîy mirdin:
min pêm witî
to tarmayîy gyanî minî
dostî gewrey
ehremenî
xot mirdinî
bełam emrî!
ejdehak:
«be şipirzeyyewe»
nabê bimirim, ejdehakim
nabê bimirim, nabê bimirim!
wek em xełke, têygeyştuwe
zenneqyan bo le min çuwe?
çîm kirduwe!
tarmayîy mirdin:
ewey eykem sûkkirdinî
barî azarî ser şane!
le bêxewe hełkendinî
darî kirmołî jyane!
řizgarkirdinî însane
ewey eykem
leser daway
sikałay demî xoyane!
ejdehak:
«be merayîyewe»
her çonêk bê ême dostîn
pişt be yektirî ebestîn
çaktir waye řêk bikewîn!
ba naḧez pêman xoş nebê!
lêk nekewîn
to bo min û min bo to bim
çît wîst eykem
bełam nemirim!
tarmayîy mirdin:
bełên nadem
xwastî wa le esto nagirim!
ejdehak:
her çîm heye bo to û nemirim!
tarmayîy mirdin:
xwastî wa le esto nagirim!
ejdehak:
ewe qełam, ewe koşkim
tenha nemirim!
tarmayîy mirdin:
xwastî wa le esto nagirim!
ejdehak:
«tacekey le serî da’egrê»
ewe tacim, ewe textim
ewe xezney zêř û bextim
hemûy bo to û, tenha nemirim
tarmayîy mirdin:
toş her emrît!
ejdehak:
ewe jinî taze û cwanim
bexşî be to û tenha nemirim
tarmayîy mirdin:
toş her emrît!
«ejdehak dest ekat be hawarkirdin û tarmayîy mirdin win ebêt».