98- beyîne

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  529 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ewan ehlî kitêbaney le dîn derçûn, wel ewaney bit perist bûn, nedetrazin ta bełgeyê řûnyan bo dê.

2) pêẍemberêk le xudawe çend řûpeřêkî pakjyan bo wexwênê.

3) gelêk nûsrawî benirxyan tya heye.

4) eweney ehlî kitêbin, leber yek hełneweşabûn; megîn wextê em bełge řûneyan bo hat.

5) fermanîşyan her ewende pê dirabû ke ebê xwaperist bin û le dîn ewda diłpak bin û berew heqanet biřon û nwêj biken û zekat biden; ke eme dînî diruste.

6) ew kesaney ke wa ehlî kitêb bûn û le dîn derçûn, degeł bit peristekanda tahetaye, le agirî cehendem dan. eman xiraptirîn kesin.

7) ew kesaneş ke bûne xawen baweř û akarçakin, baştirîn kes her ewanin.

8) le perwerindeyanewe padaşyan beheştî ’edne; cobarî beberda deřwa û hemîşe her lewê debin. xuda lewan řazî buwe û ewanîş le xuda řazîn. kê le xuday xoy tirsawe, emey debê.