77- murselat

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  534 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) swênd bewaney - yek le dway yek - nardirawin,

2) bew ba tundaneş hełdeken, be hełkirdin,

3) bewaneş ke epřijênin, bepřijandin,

4) bewaneş be hełwejardin hełdawêrin,

5) bewaneş ke yadî xuda dexene ber diłanewe,

6) bo behane lê qetandin yan tirsandin;

7) ke her çî sozû pê dedrê, her dête cê.

8) sa her demê estêrekan kujanewe,

9) hergaş kelên dekewête ’ezmanewe,

10) her katêkîş kejan hejan û têk řûxan,

11) hergaş wade bo pêẍemberan dandira,

12) bo kame řoj dwaxrawe?

13) bo řojî heławardinê.

14) kû zanîwte řojî heławardin çîye?

15) ewê řojê haware le bêbaweřan.

16) edî ême pêşînekanman qiř nekird?

17) her eweşman degeł paşînekanyan kird.

18) her ew kareş be tawanbarekan dekeyn.

19) ewê řojê haware le bêbaweřan.

20) axo êwen le awêkî bêbayex wedî nehêna?

21) le cêyekî pitewda cên nekirdewe?

22) ta maweyê dyarîkiraw?

23) xo twanîman; ay ke çende çakman twanî.

24) ewê řojê haware lebêbaweřan.

25) edî ême zemînman nekirde meko?

26) bo jyawan û nemawan?

27) her lewêşda çen çyay berzin damezrand û awî xoşin pê noşandin.

28) ewê řojê haware le bêbaweřan.

29) we řê kewn berew şitê ke be dirotan dezanî.

30) řêwe biçin berew sêberî dûkełêkî sê çukłe;

31) saye nada û miroş le giř wela nada.

32) makî dûkeł piřîşkey wa dehawêjê koşk asayî;

33) her debêjî wiştiranî bergin zerdin.

34) ewê řojê haware le bêbaweřan.

35) emřo řojêke napeyvin.

36) řêgey tewazîşyan naden.

37) ewê řojê haware le bêbaweřan.

38) emřo řojî heławardine; êweman wel pêşînyan ko kirdewe.

39) sa eger fêłêktan heye, werin le xomî dekar ken;

40) ewê řojê haware le bêbaweřan.

41) ewaneş ke xudêtirsin, lenêwanî sêberan û kanyawanin;

42) mîwehatîş herçendî diłyan dibêje.

43) emeş padaşî akarû, sa bixon û bixonewe; noşî gyanû.

44) ême awa padaşî karçakan dedeyn.

45) ewê řojê haware le bêbaweřan.

46) êweş giroy tawanbarin! bixon û kemê řabwêrin.

47) ewê řojê haware le bêbaweřan.

48) eger kesê pêyan bêjê: kiřnûş berin, kiřnûş naben.

49) ewê řojê haware le bêbaweřan.

50) desa ewan - paşî qur’an - bekam qise biřwa deken?