75- qyamet

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  623 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) swêndekem be řojî seła,

2) swêndîş dexom be wêjdanekey řexnegir,

3) çon miro wa xeyał deka ême hergîz pêşegelî le yekdî ko nakeynewe?

4) bełkû twanayîman heye serpencekanîşî saz keyn.

5) nexêr miro her deyewê tawan bixate pêşe xoy.

6) ew depirsê: řojî seła řabûn key dê?

7) herga çaw be moleq westa;

8) mangîş gîra;

9) xor û mangîş le yektir ko kiranewe;

10) miro ew řoje dibêjê: řêgey deretanê kwanê?

11) hergîz, penagayek nîye.

12) ewê řojê meko lay perwerindete.

13) lew řojeda miro hewałî pê dedrê, çîy pêşekî beřê kird û çîşî ledwa becê mawe.

14) nexêr miro be wîjdanî xoy dezanê;

15) ba gelêkîş biř û byanu bênêtewe.

16) to zimanî lê mexe geř, ta bepele bîxwênyewe;

17) çunke erkî kokirdin û wexwêndinî leser meye.

18) herga ême xwêndimanewe, ewsake to ledwayîda bîxwênewe.

19) lepaşanîş şî kirdinewey leser meye.

20) nexêr, dyare hûn her dinyatan xoş dewê;

21) dwařojîş wela denên.

22) ewê řojê fire řûhen geşe deken;

23) çaw degêřn berew perwerindey xoyan.

24) dîmîş hene tirş witfitin;

25) çawenořn cezrebey kemerişkênyan beser bênin.

26) nexêr, her bexo nazanê ta merg berbîngî degrê.

27) witrawîşe: kesî firyařesî kêye?

28) lêşî řûne çaxî cya bûneweye.

29) lîng û leterîşyan têk hałan.

30) ew řojeye cê hajûtin berew perwerindey toye.

31) ne hergîz biřway hênawe û ne nimêjîşî kirduwe.

32) bełam witûye diroye û xoy bwarduwe.

33) paşî - be xobadanewe - çû bo lay kes û karekey.

34) eme bo to şyawtir û lebartire.

35) carê tirîş, eme bo to şyawtir û lebartire.

36) axo miro her lay waye bexořayî wiłî deken?

37) axo ew diłopêk nebû ke deřjête naw tolewe?

38) dwaye bû be cełte xwên û dirustî kird û sazî da?

39) ewsa her lew tinokewe cûtey nêr û mêwî çê kird.

40) axo kesê wa natanê mirdû zîndû bikatewe?