ger be bo nîsbetî tuřřet bideme muşkî xeta

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1227 views
ger be bo nîsbetî tuřřet bideme muşkî xeta
bo xeta fexre besa bo mine bes xebit û xeta
şêweyî ebroyî taqit hemeca dête nezer
degeřê dił be teref towe wekû qîblenuma
key be çengałî hełoy ẍem dekewê tayrî dił
ta le zaẍî xemî zułifit heyetî zîllî huma
ebeden řengî ’edem nayete řûy kuşteyî ’îşq
be demî tîẍî sitemda deřjê awî beqa
le du la zulfî bełaco ke be la denwênê
nefî manendî letîfîy řuxî canane deka
key leber tuřře dega destî xeyałim be řuxt
to nebî kêye bika desteyî sunbul be qeła
murẍî piř weḧşetî dił ew şewe emnîyetî bê
le řux û tuřřeyî to derdekewê dam û çira
neqdî can û dił û dîn pêşkeşî yek nîgehit
ger qubûł key le minî sûxtedił řoyî nema
were sa pence le xwênî diłî salimPen name bigre
sebte em řenge bedaym nîye wek řengî ḧena