64- teẍabun

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  697 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) herçî heye û lenawî ew asmanane û zemîneye, pesnî pakîy xuda deden. her bo xoy fermanřewaye û sipas her bo ew řewaye û bo hemû karêk twanaye.

2) her ewîşe ke êwey wedî hênawe. sa hêndêktan baweřû pê nehênawe û hêndêkîştan bebřiwaye. her karêkîş êwe deyken xwa deybînê.

3) ’ezmanekan û zemînî beřastî wedî hênawe û wêney bo êwe kêşawe û şikłê fire cwanî danê û her bo lay ewîş dênewe.

4) herçî lenaw ’ezmanan û zemîndaye ew deyzanê; her şitêkîş bîşêrnewe û aşkira ken, ew deyzanê û xuda le nihênîy diłan agadare.

5) axo êwe dengubasî ew kesanew pê negeywe ke pêşû xudanenas bûn, sizay kirdeweyan çeşt û tûşî azarî bejan bûn.

6) çunke ewan pêẍemberekanî xoyan be bełgey dyarî derewe hatne layan. ewsa wityan: ca çon miro detwanin řê nîşan me den? ewsa ḧaşayan kird û řûyan wergêřa û xudaş pekî pê nekewt û bê nyaze û herşayanî pesin dane.

7) ewaney xwayan nenasî, pêyan wa bû hergîz zîndû nakirênewe. bêje: arê swênd be perwerindey xom, bê so zîndû dekirênewe; pêştan êjin ke çikarêktan kirduwe û emeş lay xuda hasane.

8) desa êwe biřwa bênin be xuda û be pêẍemberî û bew řûnakîye ke henardûmanete xwar. xudaş le her karê deyken agadare.

9) lew řojeda ke hemûtan - le sełada - kowe deka, ewe řojî têşkane. her kesê xawen baweř û akar çake, her xirapeye kirdûye, řaydemałê û deynêrête naw baẍatêk cobaryan beberda deřwa û heta ser her tya debin. emeye deskewtî gewre.

10) ew kesaneş ke xudayan nenasîwe û nîşanekanî êmeyan baweř nekird, ewan yaranî agirin û heta ser her tya debin û çarenûsyan zor xirape.

11) kes hîç bełay beser naye, megîn xuda ferman bida. herkêş biřway be xuda bê, diłî şarezay xoy deka û xuda hemû şit dezanê.

12) berfermanî xuda bin û pêẍember çî wit wa biken. xo eger xoşû bibwêrin, le ser pêẍemberî ême, her hêndeye - be’aşkira - řabgeyênê.

13) xuday mezin, be ẍeyrez ew hîç şit bo peristin nabê. baweřdaran ba xo be xuda bispêrin.

14) ey gelî xawen baweřan! hêndêk le jinanî êwe û minałanû dijmintanin; xotanyan lê biparêzin. eger çawyan lê bipoşin û waz bênin û byanbexşin, xudaş legunah debûrê û dilovane.

15) ew darayî û minałaney hetanin, mayey ezmûnin. padaşê ke lay xudaye, ew hêjaye.

16) debê le xuda bitirsin ta detwanin; gwê řadêr û berferman bin; mał le řay xuda bibexşin, botan çake û; ewkesaney le řijdî xo deparêzin, ewane řizgarekanin.

17) eger êwe wamê řewa be xuda řewa bibînin, çend qat pêtan edatewe û le gunahanû xoş debê. her xuda bo şukir debê û leserxoye.

18) le penamekî û xoyayan agadare; bedestełat û lekarzane.