58- mucadîle

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 5 minutes  605 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) xuda qisey ew jiney bîst ke sebaret be mêrdekey degeł to kêşey dekird û gaznidey lay xuda dekird. xuda deybîst ke êwe wituwêjtan bû; xudaş bîser û bînaye.

2) ew kesaney le naw êwe, be pîrekî xoyan êjin: «to daykimî»; jinekan nabin be dakyan; her ew jinane dakyanin ke dîwyanin; ewan qisey xirap deken û buxtane hełî debestin. xuda le guna debûrê û xetapoşe.

3) ca ewaney be hawcûtî xoyan êjin «to daykimî» û paşî peşîman debnewe, ber lewey pêkewe binûn, eşê koleyek azad ken. xwa waw amojgarî deka. xuda le her karê deyken agadare.

4) herkê neybû, ba dû mangî yek ledû yek, beřojû bê; ber lewe bigen be yektir. kesê emeşî netwanî, xorak be şêst hejar bida. eme boye ke baweřtan be xwa û pêẍemberî hebê û eme sinûrî xudaye. bo ewaneş ke xudayan nenasîwe, azarêkî bejan heye.

5) ew kesaney dijayetî xuda û pêẍemberî deken, duçarî naçarî debin; wek ewaney ber lewan qerebext bûn. ême gelêk nîşaney zor aşkiraman nardote xwar, ewî biřwayan pê naka, beşyan cezrebe danêkî awřûbere.

6) ewê řojê ke xwa - têkřa - hemuwan zîndû dekatewe, pêyan êjê çîyan kirduwe; xwa kirdeyanî jimarduwe û bo xoyan le bîryan çuwe. xwa le her şit agadare.

7) axo eto netzanîwe ke her şitê le ’asmanan û zewî bê, xwa deyzanê? heta sê kes be yekewe çipe biken, dyare ew çwaremînyane û pênc bin ew şeşemînyane û kemtir bin û zêdetir bin, le her kwê bin, ew hemîşe degełyane û paşan le řojî qyametê, pêyan êjê çeyan dekird. xuda hemû şit dezanê.

8) ey to ewanet nedîwe, pêyan witra: çipe meken; ew karey ke wityan meyken, her deyken û le nařewa çipeyane û guna û serpêçî deken û le qisey pêẍember der deçin? xo eger tûşî toş debin, ew selamey le toy deken, lew selame cyawaze ke xuda le toy kirduwe. lepał xoyanîşda êjin: dey bo le ser em witeye xuda cezrebeman nada? deçne cehendem besyane û serencamyan zor xirape.

9) ey gelî xawen baweřan! herga êwe çipetan kird, bo gunah û desdirêjî û nafermanî le pêẍember sirte meken; çipekeştan bo çakî û xoparêzî bê û lew xudaye tirsû hebê ke hemûtan le lay ew ko dekirênewe.

10) sirte le şeytaneweye, heta xawen baweřanî pê xemgîn ka; herçend bebê îznî xuda, hîç zyanêkyan lê nada. ba herkê xawen baweřn, xoyan be xuda bispêrin.

11) ey gelî xawen baweřan! herga le koř پێان witin: cêgewe ken, cêgewe ken! heta xudaş cêgey êwe bikatewe. ger gutîşyan: řastewe bin, řastewe bin! xuda ewaney lengo baweřyan hênawe û ew kesaneş ke le zanyarî beşdarin, be çend pile beriztiryan dekatewe û her karêkî êwe bîken, xwa deyzanê.

12) ey gelî xawen baweřan! herga wîstû sirte wel pêẍember biken, berle sirte kirdineke xêrêk biken. eme bo êwe xastir û pakjitire. ger neştanbû, ewa xuda lêw debûrê û dilovane.

13) axo lebertan giran hat berle sirte xêrê biken? eger emeştan nekird û xuda leme ’afûy kirdin, desa êwe nwêj biken û zekat biden û ber fermanî xuda û pêẍemberekey bin. xwa le hemû kirdewetan agadare.

14) axo to ewanet nedît ke bûne dostî ewaney xuda ẍezebî lê girtûn? le êwe nîn; lewanîş nîn; be diro swênd be xuda dexon û deşzanin ke diro deken.

15) xuda azarî bejanî bo emane sazkirduwe û karekeyan zor xirape.

16) swêndyan kirdibuwe metałêk bo xoyan û bûne lemperî řêy xuda; sa boyan azarêkî abřûber heye.

17) ne saman, ne řołekanyan - le beramberî xudawe - natwanin hîçyan bo biken; ewane cehendemîn û heta ser her lewê debin.

18) řojê ke xuda giştyan zîndû dekatewe, ew car swêndê bo ew dexon, wekû bo êwe swênd exon; laşyan waye şitêkyan de barandaye. baş bizanin ke emane diroznin.

19) şeytan leseryan zał buwe û yadî xuday le bîr birdûn; ewan komełey şeytanin. baş bizanin ke her komełekey şeytan zyanbarin.

20) ew kesaney dijayetî xuda û pêẍemberekey deken, le hemû kes zebûntirin.

21) xuda xoy biřyarî dawe: bê gumane min û pêẍemberekanim serdekewîn. xwa twanay bedestełate.

22) to nabînî ewaney baweřyan heye be xuda û be řojî seła, nabê hergîz bibne dostî ew kesaney pêçewaney xuda û pêẍemberî xudan. tenanet eger bawkîşyan, yan firzendyan, yan birayan, yan le hozekey xoyan bin; ke emane xuda biřway le diłyan cêgîr kirduwe û be hêzêkî taybetî xoy yarî kirdûn; deyan nêrête baẍatêk cobaryan beberda deřwa û heta ser her lewê debin; xudayan lê řazî buwe û ewanîş le xuda řazîn. ewane komełey xudan; baş bizanin her komełey xwa řizgarin.