53- necim

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  698 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) be estêre katê berew aso dexzê,

2) yareketan ne gum buwe, ne řêşî hełe kirduwe.

3) be arezûy xoy naxêwê.

4) herçî êjê, le xwawe têgeyenrawe.

5) firişteyê fire twana fêrî kird.

6) firişteyê be’awez û fire zana, ke be şikłî xoy řawêsta.

7) [heweł carê] le asoy here berz bû;

8) le paşa nizîk kewtewe û şořewe bû;

9) beqed małî dûkewanan ya nizîktir;

10) ewsa xuda her mebestê ke wa wîstî be ’ebdî xoy řay geyenê, pêy řageyand.

11) diłî ew her çî dîtûye, diro nebuwe.

12) axo leser ewî dîwye êwe kêşey degeł deken?

13) bê gumane carêkî dîkeşî dîwe, ke ewsakeş dapeřîwe;

14) lelay dareknarekey ew peřewe,

15) ke lepał şwênî beheşte.

16) le katêka kinareke day poşîwe, ewî ke debê day poşê.

17) somay lê negwêztotewe û hîç řeşke û pêşkeşî nekird.

18) dyare zorîş le nîşane gewrekanî perwerindey xoy dîtwe.

19) axo êwe her lat û ’uzzatan dîwe?

20) sêhemîşyan ke menate û yekê tir le butekane?

21) axo zaroy êwe nêre û xwaş kîjî hes?

22) eger wa bê, beş kirdinê nařewaye.

23) tenya ewane çend nawin ke êwe û bab û bapîrtan, ewanetan pê nawnawin û xudaş hîç bełgey pitewî lemeř ewanewe nenard. her wedûy guman dekewn û ewey ke diłyan dexwazê; ke çî lelay perwerindey xoşyanewe řêgeyan nîşan dirawe.

24) axo miro çî arezû ka, boy pêk dê?

25) axrîn û hewełînîş her bo xudan.

26) lew hemû ’asmananeda, çend be çend firîşte heye; kesyan tikay lê nagîrê; megîn kesê dwayî xuda îznî bida û tika bo kesêkî bika ke xoy ḧez ka û pê řazî bê.

27) ew kesaney biřwa be paşeřoj naken, firiştekan be nawî kiçan naw deben.

28) ke hîçîşyan lê nazanin; her weşwên guman dekewn û gumanîş cêy řast nagrê.

29) to lew miroye waz bêne ke le yadî ême kirdin, xo debwêrê û beder le jînî dinyaye, hîçî tirî newîstuwe.

30) her ewndey lê dezanin. perwerindet zanatre ke kê řêgey lê têkçuwe û kêş leser řêgey ew çuwe.

31) her çî le naw ’asmanekan û zemîndan, giş bo xudan; ta sizay ewane bida ke xirapeyan kirduwe û çakey başîş derbarey karçakan bika.

32) ewaney xoyan dûr degirin le gunahanî mezin û karî kirêt; mer gunahî wirdîle bê. perwerindet bexşînî zor berfirehe û ewîş êwe le xotan baştir denasê; wextê êwey lem herde peyda kirduwe, ke depêşda pîzeyek bûn le naw zigî daykekantan. hîç pakaney xotan meken; bo xoy baştirtan denasê ke kê le xuda tirsawe.

33) axo to ew miroyet dî ke piştî hełkird û řoyî?

34) kemî bexşî û çirûkî kird.

35) axo be nedyar dezanê û xoy debînê?

36) yan lewe aga nekirawe, le řûperekanî mûsa çî nûsrawin?

37) yan îbřahîm, ke erkî xoy be tewawî becê hêna?

38) ke kes obałî kesî tir westo nagrê;

39) miro bo xoy xebat neka, hîç padaşêkî pê naga.

40) bo her karêkîş mandû bê, padaşî xoy her pêdega.

41) lepaşanîş - bebaştirîn şêwe - padaşî pêdedrê.

42) geřaneweş her bo lay perwerindete.

43) her ew dexate xenîn û degrînê.

44) her ewîşe jyan deda û deşmirênê.

45) her ewîşe wiłfî nêr û mêwîney wedî hênawe;

46) lew tinokey ke řijawe.

47) leseryetî dîsan dirustî katewe.

48) her ewîşe hîç naguzûrî nehêşt û desmayeşî be êweda.

49) her bo xoşî perwerindey gelawêje.

50) her ewîşe asewarî ’adî yekemî biřyewe.

51) lesemûdîş cûqewarî nehêştuwe.

52) hozî nûḧîş - leberêda - ke lewane naheqtir û lasartir bûn.

53) awayî hozî lûtîşî serewjêr kird.

54) herçî debû berxo bidrê, webin xoyda.

55) perwerindet ke ew hemû çakey heye, to le kamyan be gumanî?

56) eme yekê le tirs weberhênerane; wek tirsêneranî pêşû.

57) řabûnî seła nizîke.

58) ẍeyrez xuda kes perdey le ser lanada.

59) axo êwe lem witare seyr mawin?

60) pêkenîntane û nagryen?

61) her be gałte řay debwêrin.

62) desa bo xuda sujde berin û bîperistin.