51- zaryat

From the Book:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
By:
Hazhar (1921-1991)
 4 minutes  609 views

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) be bayaney detwanin biławkenewe,

2) bew hewraney giran barin,

3) bewaney ke behasanî řê depêwin,

4) bewaney kardabeş kerin,

5) her bełênê ke pêtanî deden, řaste.

6) řojî ceza her řudeda.

7) bew asmaney řê řê ye [û şepolan deda],

8) qisew yektir nagrêtewe.

9) le quř’an detekêtewe, herkê tekêrawetewe.

10) dek beguşt çin ewaney dironexşînin.

11) ewane kewtûne gêjawî nezanî û agayan le hîçêk nîye.

12) pirs deken: kengê řojî cezaye dê?

13) ewê řojê ke deyanxene ser’agir.

14) biçêjin ew azaretan ke êwe boy bepelebun.

15) ewkesaney xoparêzin, şwênyan baẍat û kanyawin.

16) herçî perwerindey ewan boy danawin, werî degirin; ewan pêşu akarçak bûn.

17) şewane kemtir dexewtin.

18) berî beyan, daway lê burdinyan dekird.

19) lemałyanda beşê hebû bo parsekan û bê beşan.

20) lezemînda bełge zorin bo ewaney lebřiwada bê gumanin.

21) herweha le naw xoştanda; axo le xotan nařwanin?

22) řozîtan û herçî bełêntan pêdedrê, le ’asmane.

23) sa swênd be perwerênî ezman û zemîn, eme řaste; herwek boxotan daxêwin.

24) axo basî mîwanebeřêzekanî îbřahîmit bohatuwe?

25) katê ke lêy wejur kewtin, gutyan: selam. gutî: selam; desteyekî nenasrawin.

26) penamekî xoy geyande xaw xêzanî û gwêrekeyê çaqî hawird.

27) wextê ke lêy nizîk kirdin, gutî: leberçye naxon?

28) ewsake tirsêkî řê nîşt. gutyan: to nîgeran mebew bûnî lawêkî zanayan mijde pêda.

29) jinekey behawarewe hat û pukêkî lexoy naw gutî: min pîrêjnêkim bê zik wiza.

30) gutyan: perwerindey to awayney gutwe, ewxoy karzan û zanaye.

31) gutî: ey řaspardekan! kartan çîye?

32) gutyan: ême kil kirawîn boser hozî tawanbaran.

33) ta gizmule quřî řeq bwî wek berdyan lê bibarênîn.

34) perwerindet hemunîşaney lêdawin, bo ewaney le’endaze layan dawe.

35) ewsa baweřdarekanman lê wederna.

36) ême ẍeyrez tenya małêk, xudanasman des nekewt.

37) lewşiwêneşda nîşaneyekman becê hêşt, bo ewaney ke le’azardanî bejan tirsyan heye.

38) lebeserhatî mûsaşda, ke be bełgey aşkirawe beřêman kirde lay fîr’ewn.

39) bewnyaze ke xawenî hêzupêze, bayexî be mûsa nedaw gutî: cadugerêke yan lîwebwe.

40) ewsake xoy û leşkirekeyman girt û fiřêman dane naw deryawew gileyîş lexoy kira.

41) lemeř’adîş, giřebaman nardeseryan.

42) heriştê ke hateberî, wek pîşey pwawî lêkird.

43) derbarey hozî semûdîş, ke پێان řageyendira: heta maweyek řaybiwêrin.

44) le fermanî perwerindeyan layanda; heta dîtyan weber hewretrîşqeyê kewtin.

45) neyankira řast binewew kesîş dehanayan nehat.

46) hozî - nûḧîş lepêşuřa - [berẍezebî ême kewtin] ke gelêkî naferman bûn.

47) em asmaneşman be hêzî xudî xoman wedî hênaw bê so pereşî pêdedeyn.

48) zemînîş ême řaman xist; ay ke çend řaxerî başîn.

49) leheriştê cutêkman wedî hênawe; beşkû bîrî lê bikenewe.

50) sa hemûtan beřakirdin berewxiwabin, ke lewřa min be aşkira tirs weber êwe dênim.

51) wêřay xudaş hîç şitî tir meperistin; ew be minî sipardiwe e be aşkira tirsî ewtan weber bênim.

52) berlemaneş herwabwe; herkatê pêẍemberêkyan bohatuwe, gutuyane: yan cadugere, yan şête.

53) meger ewan yektirînyan bewqise řaspardiwe? [ne, wanye] bełkû ewan her boxoyan gelanêkî naferman bun.

54) sa to waz lewanebêne; kesîş serkoney to naka.

55) to her webîryan bixewe; bîrewerî behrededa bewaney xawen baweřn.

56) min herboye cindokew mirom dirus kird, bimperistin.

57) min hîç řozîm lewan nawê û namgereke ewane xorakim denê.

58) herxuda řozî denêrê û xudan hêzêkî pitewe.

59) behrey ewẍedirkeraneş wek behrey ewanedebê, ke hawbaweřî xoyan bun; îtir lêm bepele nebin.

60) waweyla bo xwanenasan, lewřojeda ke bełênyan pêdrawe.